Biryar dane ku venegerin ser erdê

kurdistani 12:25 PM - 2015-02-21
Biryar dane ku venegerin ser erdê

Biryar dane ku venegerin ser erdê

Kompaniyekî Holandî 100 kes dişîne ser gerstêrka Merîxê ku êdî careka din venegerin ser erdê.

Ew kompanî di gava xwe a yekem dedest bi şandina 100 kesî dike ku di nava wan de 2 ereb ji Misr û Êraqê jî hene.

Lîsta navê wan sed kesan ji 50 zilam û 50 jin pêk hatiye û di nava wan de jî 39 Emerîkî û 31 Ewrupî û 16 kes ji Asya, 7 kes ji Efrîqa û 7 kes ji Oqyasnusan jî heye.

Kompaniya Holandî dest bi cîbicîkirina projeya (Wen Mars) dike û di gava xwe a yekem de jî dest bi şandina robotek û heyveke destkir di sala 2018`an de dike û piştî 2 salan jî amêrekî hestiyar û zîrek jî dişîne hesara Merîxê ji bo dîtina cihê jiyanê û avê û hemû tiştekî pêwîst ji bo mandina mirov li ser wê gerstêrkê.

Di sala 2024`an de kompaniya Holandî bi şandina wê moşeka ku wan 100 kesan biguhêze ser gerstêrka Merîxê ku biryar dane heta heta venegerin ser erdê.

 Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku 500 Siûdiyan navê xwe tomar kiriye bo geştkirina ser Merîxê û mandina li ser wê hesarê û venegerin ser erdê lê kompaniyê tenê rizamendî li ser 6 kesan daye ku di geşta duyem û sêyem de bişînin ser Merîxê (Marsê).

PUKmedia/Mihemed Bekir

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket