Serok Mam Celal pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya kir

kurdistani 05:37 PM - 2015-02-20
Serok Mam Celal pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya kir

Serok Mam Celal pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya kir

Serok Mam  Celal îro înê 20 / 2 / 2015`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê Dîta Lamlî kir.

Lamlî pirsa rewşa tendirustiya  Serok Mam Celal kir û dilxweşiya xwe bi başbûna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal anî ziman.

Di hevîdtinê de ya bi amadebûna her yek ji endama polîtburoya YNK`ê  Hêro Îbrahîm Ehmed û nûnerê YNK`ê li Almanya Babe Şêx birêve çû, rewş û pêşketinên dawî yên li navçeyê û Herêma Kurdistanê rû didin hatine gotebêj kirin, her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya de hatine nirxandin û herdu aliyan tekez li ser giringiya peywendiyên Herêmê û Almanya û pêşxistina van peywendiyan kirin.

Konsolê giştî ya Almanya div ê derbarê de tekez li ser wê yekê kir ku dujminê Herêma Kurdistanê û Almanya yeke ew jî DAIŞ`e û bal kişand ser bi wê yekê ku hêzên pêşmerge ne bitenê berevanî li Kurdistanê û Êraqê dikin,  di heman demê berevanî li Almanya, Ewropa û hemû mirovahiyê dikin, ji ber vê çendê Almanya di zanebûna wê yekê de ku divê di warên cuda de alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike û bi şêweyeke aktîv destê yarmetiyê dirêjî gelê Kurdistanê bike, konsolê Alman da xuya kirin ku ev yekem care piştî şerê cîhanê ya duyem Almanya çek û teqemenî rêdike derveyî Almanya.

Di hevdîtinê de û ji aliyekî din ve Dîta Lamlî rola serok Mam Celal di pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya û Êraqê de û ji aliyek din ve pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê giranbiha nirxand.

Sebaret bi yekrêziya di navbera pêkhateyên Êraqê de, konsolê Alman bi giringî li ser rola Serok Mam Celal div ê mijarê de axivî û ragihand ku pêdiviya qonaxa niha Îraq û Herêma Kurdistanê di nav de derbas dib, bi kesayetiyek weku Serok Mam Celal heye, ya aramî û seqemgirî di dema xwe de li Êraqê û Herêma Kurdistanê çespand.

Di dawî de konsolê giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê hevdîtina ligel serok Mam Celal bi hevdîtina berhemdar nirxand û da xuya kirin ku ew hêvîdare herdem rewşa tendirustiya Serok Mam Celal başe be û li ser xwe be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket