Kopenhagen: 4. Festîvala Fîlmên Kurdî destpê kir

kurdistani 10:08 AM - 2015-02-20
  Kopenhagen: 4. Festîvala Fîlmên Kurdî destpê kir

Kopenhagen: 4. Festîvala Fîlmên Kurdî destpê kir

Li Danîmarka duh 4.Festîvala Fîlmên Kurd a  Kopehangenê rê û resmekê dest pê kir.

Festîvala Fîlman ji aliyê Xwendekarên Kurd ên li Danîmarkayê, Komeleya Akademîsyenan û Fokus-A ve tê organîzekirin. Di festîvala fîlman a ji 19'ê Sibatê heta 22'ê Sibatê de, wê li sînemay navdar a Danîmarkayê Cinemateketê fîlmên Kurd werin nîşandan.

Bernameya danasîna festîvala fîlman, bi xwarina Kurdan û stranên Kurdî Yên Fahrî Dag destpê kir. Di beşa lobî ya sînemayê de her wiha standa Heyva Sor a Kurdistanê hat vekirin.

Di festîvala îsal a ji aliyê Xwendekarên Kurd ên li Danîmarkayê, Komeleya Akademîsyenan û Fokus-A ve tê organîzekirin de mijarên aktûel ên weke "Koç, rev, Hêvî û Xewn" hatin hilbijartin.

Di merasîma vekirinê de zêdeyî 400 kes amade bûn. Di nava beşdaran de namzetê parlamenteriyê yê sala 2015'an Lars Aslan Rasmussen û Serdal Benlî, rojnamevan Lillian Simonsen û helbestvan Tommy Flugt jî hebûn.

Li ser navê organîzatorên festîvalê Selçûk Benlî da xuyakirin ku di rojên pêş de wê beşdarî zêde bibin û anî ziman ku girîng e sînemahez berê cihê xwe veqetînin.

Hatineya ji Festîvala Fîlman a ji aliyê Xwendekarên Kurd ên li Danîmarkayê, Komeleya Akademîsyenan û Fokus-A ve tê organîzekirin de, wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Kurdên pêwîstiya xwe pê heye re, bê şandin.

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket