Mela Bextiyar: Miletek ezmûna xwe neparêze ew hêjayê jiyanê nîne
kurdistani 09:27 AM - 2015-02-19Mela Bextiyar: Miletek ezmûna xwe neparêze ew hêjayê jiyanê nîne
Duh 18/2/2015 berpirsê desteya kargêrî polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li baregeha polîtburoyê li Silêmaniyê û bi amadebûna berpirsê pêwendiyên Kurdistanî mamoste Îkram , pêşwazî li hevseroka PYD Asya Ebdula û şanda pêre ku ji her yek li nûnerê PYD li başûrê Kurdistanê Xerîb Heso, nûnera YJA Star a Rojava li başûr Nujîn Yusif pêkhatibûn kir.
Di destpêka hevdîtinê berpirsê desteya kargêrî Mela Bextiyar pîrozbahiya serkeftinên Kobanê û ew geşta dîplomasî ya Ewrupayê û bi taybetî ya welatê Fransa û hevdîtina Hevseroka PYD li gel serok û berpirsên bilind yê wî welatî kir.
Mela Bextiyar got: Ew bergîrî û berxwedana hatiye tomar kirin ji bilî ku serkeftin hatiye bidest xistin bûye bîngeha wê yekê ku serkeftina dîplomasî ya Kurdî jî biçe qonaxekî bilind.
Cext li wê yekê jî kir, Mela Bextiyar got: Nabê em şanazî bi wê bikin ku me çi kiriye, berovajî wê dibê em şanzî bi wê yekê bikin ku divê em baştir bikin û hîna çi li pêşiya me heye jiber ku em hîna li nava senger û şer û xebatê de ne.
Mela Bextiyar bi bîr xist ku di gotareke xwe a bi bûnaq şehîdbûna şehîd Şêrko Şiwanî de ragihandiye ku: Yan ddibê têkoşerên weku Şêrko şehîd bibê, yan jî dibê ezmûna me şehîd bibê, çûnkî rêyeke me ya din li pêşiya me tune ye. Bila em bi xwe şehîd bibin baştire ku ezmûna me şehîd bibe. Çûnkî her miletek amade nebê berevanî li ezmûna xwe bike ew milet hêjayî jiyanê nîne.
Ji aliyê xwe ve jî Hevseroka PYD Asya Ebdula pirse û serxweşî arasteyî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û malbatên şehîdên fermande Şêrko Şiwanî û Hisên Mensur kir û amaje bi wê yekê kir ku: Niha ew şehîd temsîla îradeya netewî a Kurd dikin û her destkeftekî ji bo nertewa me were cî ewe destkeftê xwîna şehîdane.
Her weha li dawiya hevdîtina li gel hevseroka PYD Asya Ebdula, berpirsê desteya kargêrî Mela Bextiyar amaje bi berxwedana jin û keçên rojava û şervanên YPJ kir ku şerê jin û mêrên Kurdan di dîrokê de eve cara duyeme rû bide û jin û keçên Kurd dibin sembola berxwedanê. cara yekem li kelha Dimdimê di sala (1600) rûda wate (415) sal berya niha, ku jin û mêrê Kurd pêkve şer kirin heta ku hemû pêkve şehîd nebûn çeperên xwe bernedidan.
PUKmedia/W: Xoşnav Hisên
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24