Çend gorên komî hatine dîtin

kurdistani 10:01 AM - 2015-02-05
Çend gorên komî hatine dîtin

Çend gorên komî hatine dîtin

Wezareta karûbarê şehîdan û enfalkiriyan ya hikûmeta herêma Kurdistanê roja 4/2/2015 kar li ser vekirina û kolandina çend gorên bikomî li sînorê Celewla û bajarokê Sinûnê ya ser bi Şengalê kiriye.

Birêvebirê giştiyê li wezaretê Perî Nurî Ezîz ji PUKmedia`yê re ragihand: Li sînorê Celewla ew li dûv çend pêşmergeyên ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn kuştin ve çûne lê belê jiber ku rufatên wan hatibûn şewitandinê û me nekarî em bi hêsanî bibînin tenê kiloxek me dîtiye û ew jî yê pêşmergeyekî bûye.

Ji aliyekî dinê ve jî serpereştiyarê tîma lêgerînê ya wezaretê şehîd û enfalkiriyan Berevan Hemdî û bi amadebûna pizîşkê dadwerî yê Duhokê û nûnerê polîs û hêzên ewlekariyê û kesûkarê hejmarek qurbaniyan li sînorê sinûnê li nêzîkî xanesorê rufatên hejmarek welatiyên Êzîdî hatine dîtin ku bi destê terorîstên DAIŞ hatibûn gulebaran kirinê.

Berevan Hemdî ji PUKmedia`yê re got: Tîma me karî 36 rufatan ku hindek ji wan laşê wan temam nebûn û tenê hesît û kilox bûn di gorekî bikom li nêzîkî Sinûnê bibîne ku 16 kilox digel de bûne.

Hemdî amaje bi wê yekê jî kir ku li nava rufatan de pîr û gênc û zarok jî hebûne. Her weha rufatên 2 qurbaniyên dinê jî li nava bajaroka sinûnê hatine dîtin û2 rufatên dinê jî li jêr xaniyekî herifî de hatine dîtin ku ji aliyê kesûkarên wan ve hatine nasînê.

Di dirêjahiya karên xwe de tîma taybet a gorên bikom ya ser bi wezareta şehîdan gorekî dinê li nêzîkî Herdan dîtine û li gor şahîdhalan zêdetir li 70 qurbaniyên Êzîdî di çend gorekî de hatine veşartinê û di rojên pêşde ewê kar li ser kolandina wan bikin.

PUKmedia/Fuad Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket