Hêzên Pêşmerge, dijî teror û gerîla li başûrê Kerkûkê çendîn gund rizgarkirin

kurdistani 06:18 PM - 2015-01-31
Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê çendîn gund rizgarkirin

Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê çendîn gund rizgarkirin

Hêzên pêşmergeyên, dijî teror û gerîlayên PKK`ê   îro şemiyê 31 / 1 / 2015`e li başûrê Kerkûkê di encama operesyoneke berfereh çendîn gund rizgarkirin.

Berpirsê odeya operesyonên başûrê  Kerkûkê Westa Resûl ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku hêzên Pêşmergeyên, dijî teror û gerîkayên PKK`ê  li başûrê Kerkûkê çendîn gund ji destê terorîstên DAIŞ rizgarkirin, her wiha da xuya kirin ku di encama şer û pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin û nêzî laşê 20 çeteyî li pey xwe hêştin û reviyan.

Westa Resûl wekî din da xuyakirin ku hêzên hevbeş gundê Xibazê jî rizgarkirin û gundê Mela Ebdulla ji herçar aliyan ve dorpêç kiriye û amaje bi wê yekê kir ku Gerîlayên PKK`ê di şerê li îro de birîndar bûne.

Westa Resûl tekez li ser wê yekê kir ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di ta dawî bidin pey terorstên DAIŞ ta xaka Kurdistanê ji qirêja wan paqij bikin û serkeftinên mezin tomar bikin, her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku hêzên artêşa Federal a Êraqê bi ti şêweyê beşdarî şer û pevçûnên başûrê Kerkûkê nebûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket