YPG`ê operesyon berdewame û 3 gund hatin rizgarkirin

kurdistani 05:52 PM - 2015-01-31
YPG`ê operesyon berdewam e û 3 gund hatin rizgarkirin

YPG`ê operesyon berdewam e û 3 gund hatin rizgarkirin

Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê bi da xuyaniyekê ragihand ku operesypan paqijkirina gundwarên Kobanê berdewam e û di çarçoveya operesyonê sê gund rizgarkirin.

Navenda ragihandin û çapemeniya YPG`ê derbarê pêşketinên di 24 demjimêrên dawî de li qada şer rûdane  bi da xuyaniyekê k PUKmedia yê wêneyek jê wergirt, ev agahî dan: “Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin û gihiştiye qonaxa serkeftinê ket roja xwe ya 138’an.

Di çerçoveya operasyona azadkirina Kobanê de şervanên me yên YPG/YPJ li bejahiya Kobanê tevgerê xwe berdewam dikin.

Piştî navenda bajer a Kobanê hat azadkirin hêzên me bi şeklekî lêz li hember komên çeteyên ku gundên li derdora Kobanê xwe bi cihkiribûn hedef girtibûn. Pêşveçûna hêzên me di gundan de berdewam dike. Hêzên me şeve din hin gundên başûr û rojavaye Kobanê azadkirin.

Gundê Şikeftê, gundê Dolê û gundê Siftek a ku ji 3 gundan pêk te bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin. Operasyone de derbên giran li çeteyan xistin lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê dest danîn li ser 2 kleş.

Îro di seatên sibe de şervanên me yên YPG/YPJ li hember gundê Îdiq a li ser rêya Helebê ye û  dikeve 7 km başûrê Kobanê operasyonek lidarxistin. Hêzên me li hember komên çeteyan êrîşêk lêz lidarxistin û derbên giran li wan xistin. Di vê gundê de hin jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên dijwar tên jiyankirin. Heta niha qasî hatiye tespîtkirin 11 çete hatine kuştin.

Hêzên me li gundê Til Hecibê dikeve 7 km başûrrojhilatê Kobanê li dijî komên çeteyan operasyonek lidarxistin. Di vê gundê de 1 wesaît tevî çeteyên di nav de hatiye ruxandin. Operasyona li vê qadê berdewam dike.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket