Lîwa Husên Mensûr şehîd bû

kurdistani 02:31 PM - 2015-01-31
Lîwa Husên Mensûr şehîd bû

Lîwa Husên Mensûr şehîd bû

Efserê ragihandina lîwaya 5 a wezareta pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand ku lîwa Husên Mensur şehîd bûye.

Eqîd Kawa Xerîb Heme Emîn ku efserê ragihandinê ye li lîwaya 5 a wezareta pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand: Mixabin berya niha bi kêlîkekê di dema kontrolkirina gundê Mela Ebdula lîwa Husên Mensûr hate şehîd kirinê.

Got jî: Lîwa Husên Mensur di dema kontrolkirina gundê Mela Ebdula yek ji efserên desteya êrişkirinê bûye û bi guleya qenasê hatiye şehîd kirinê.

Ew jî diyar kir ku: Lîwa Husên Mensur di dema êrişê de rabûye ser pê taku cihê terorîstan diyar bike lê mixabin di wê demê de guleyekî qernasê li serê wî ketiye û berya gihêştina nexweşxaneyê şehîd bûye.

Hêjayî gotinê ye ku lîwa Husên Mensur, fermandarê hêzên piştevanî 2 ya hêzên pêşmerge bûye û yek ji efserên desteya êrişkirinê bûye li ser gundê Mela ebdula lê mixabin di kontrolkirina gundê Mela Ebdula de şehîd bûye û xwîna xwe ji bo azadiya Kurdistanê bexşiye.

PUKmedia/Mihemed Ebubekir

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket