Sabrî OK: Ger muzakere destpê neke pêvajo namîne

kurdistani 01:46 PM - 2015-01-31
Sabrî OK: Ger muzakere destpê neke pêvajo namîne

Sabrî OK: Ger muzakere destpê neke pêvajo namîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, ragihand ku Ger îro sibe, an jî demek nêz de muzakere neyê destpêkirin, ew dikarin bêjin ku der barê pêvajoyê de ti tiştek nemaye.

Sabrî Ok, di hevpeyvînekê li gel kanala Stêrk TV de da zanîn ku gelê Kurd divê di serê biharê de ji bo ruhekî nû, morelekî bilind û têkoşînek nû amade be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev têkoşîn wê piralî be. Wê têkoşîneke zêde encam girtî be.  Ev wê têkoşîneke parastinê, dîplomatîk û siyasî be.”

Ok got:  “An bi muzakere yan jî bi têkoşîna xwe em ê gelê xwe azad bikin, statuya xwe ava bikin. Lê niha hat fêmkirin ku bi muzakereyê nabe.  Ger îro sibe, an jî demek nêz de muzakere neyê destpêkirin, em dikarin bêjin ku der barê pêvajoyê de ti tiştek nemaye.”

Sabrî Ok ev yek jî aşkira kir û got: “Hê pêvajoya muzakereyê destpê nekiriye. Dem derbas dibe. Bi vê zîhniyetê çareserî ne pêkan e û nabe jî. Me xwest ku AKP ji bo çareseriyê gavê biavêje. Me dixwest ku di serê meha Sibatê û dawiya meha Çile de çareserî çêbibe. Me dixwest AKP bihata çareseriyê lê nehat û hatina wê jî zehmet e.  Bi vê niyetê çareserî ne pêkan e. “

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket