Xelîl Kalo: Serkeftina Mezin ya Kobanê wê gelek guherîna çê bike

kurdistani 01:31 PM - 2015-01-31
Xelîl Kalo: Serkevtina Mezin ya Kobanê

Xelîl Kalo: Serkevtina Mezin ya Kobanê

Di daxuyaniyeke xwe de, nivîskar û endamê rêveber yê Yekîtiya Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Xelîl Kalo ji PUKmedia`yê re ragihand ku; Bê goman iro Kobanê wekî cografiya.ç, dîrok, şervan û gel ne tenê bû sembola berxwedana cîhanî û gelê kurd ya serdem li dijî teror û hêza raman reş "DAIŞ " lê bû hêza pêşeng di têkbirina wê de, ku di seranserî herêma sûrî û Êraqê xewdî gef û komkujiyên mezine .

Kalo di derbarê wataya serkeftina piştî 134 rojan de, nêrîna xwe wiha anî ser ziman; Ev serkevtin xwedî wateyeke bi nirx û encame di dîroka gelê kurd ya serdem de û wê gelek guharina cê bike ji ber hin sedeman . di pêşî de ku ew berxwedana 134 rojan berdewam kir bê navber.

Endamê rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê di berdewambûna axiftina xwe ji PUKmedia`yê re, dibêje; Bi derfetên kêm di aliyê cek û teqemeniyê de li ser cografiyeke herî biçûk ku rûberê wê ne bihtirî 7 km çarkoşe û dorpêçkirî ji hawîr dorê xwe ve. Ku bi pîvan û istirtîciyên leşkerî derfetên serkevtinê lawazin di şert û mercên wusa de beramberî hêzeke mezintir û dirinde , lê kobanê ew pîvan şikandin û bi viyaneke pir bawer ku serkevtin tênê armanc bû ji şervanênYPG -YPJ û pêşmerge û hêzên hevbeş re.

Xelîl Kalo dazanîn ku ew serkevtina mezin bi dest xistin û doza gelê kurd li ser astê cihanê derfetên nû peydekirin û kesayetiya kurd li Kurdistana Rojava bû xwedî bandor û bi biryar û ji xwe bawer.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket