Terorîst ketin kemîna pêşmerge

kurdistani 01:05 PM - 2015-01-31
Terorîst ketin kemîna pêşmerge

Terorîst ketin kemîna pêşmerge

Şeva borî 30/1/2015 dema terorîstên DAIŞ êrişî ser Giwêr dikin dikevin kemîna hêzên pêşmerge û derbeyên mezin dixwin.

Berpirsê komîteya Mexmur ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Di demjimêr 8:30 xulek şeva borî terorîstên DAIŞ xwestin bi dizî êrişî gundê Zumar Ebla ya li nêzîkî Giwêrê bikin lê belê ketin kemîna hêzên pêşmerge û bi neçarî reviyan.

Gelalî got: hejmara ew terorîstên ku xwestibûn êriş bikin gelekî pir bûne lê belê şikestinên mezin xwarin û reviyan.

Berpirsê komîteya Mezmurê a YNK ragihand: Di demjimêr 10:30 xulekan de jî balafirên şer terorîstên DAIŞ ên li gundê Hesudiyê bombarduman kirine û ziyanek mezin gîhandiye wan.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket