Pisporê çekê kîmawî yê DAIŞ hate kuştin

kurdistani 10:27 AM - 2015-01-31
Pisporê çekê kîmawî yê DAIŞ hate kuştin

Pisporê çekê kîmawî yê DAIŞ hate kuştin

Di bombardumana balafirên şer ên hevpeymanan de li ser çend baregehekî terorîstên DAIŞ li parêzgeha Musilê, pisporê çêkirina gaza kîmawî yê terorîstên DAIŞ tê kuştinê.

Ajansa nûçeyan a Fransa îro 31/1/2015 belav kiriye ku serkirdeyeê diyar ê terorîstên DAIŞ bi navê Ebo Malik ku şarezayê çêkirina çekê kîmawiye di encama bombardumana balafirên şer ên hevpeymanan de li nêzîkî bajarê Musilê li gel hejmarek terorîst hatiye kuştinê.

Li gor zanyariyên ajansa Fransî, Ebo Malik ku navê wî yê rastîn (Selah Casim Mihemed Felah Elsebaawiye) di serdema rêjîma Baasê de li kargehên dirustkirina çekê kîmawî kar kiriye û şarezaye di çêkirina çekên kîmawî de.

Roja înê balafirên şer ên hevpeymanan bi giranî bombardumana çend baregehekî stratejî û giring ên terorîstên DAIŞ li bajarê Musilê û qeza û bajarokên derdora wê kirine û hejmarek zor ji terorîstan kuştine.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket