Misr: 30 leşker hatine kuştin û 80 birîndar ketin

kurdistani 11:06 AM - 2015-01-30
Misr: 30 leşker hatine kuştin û 80 birîndar ketin

Misr: 30 leşker hatine kuştin û 80 birîndar ketin

Li Misrê li bakûrê Sînaa di encama rêze êrirşan de bi xalên leşkerî li nêzî bajarê El-Erîş 30 leşker hatine kuştin û 80 leşker birîndar ketin, her wiha hate ragihandin ku bajarê Siwêş jî efserek polîst di encama êrişekê de hate kuştin.

Jêdaran raghand ku çekdarên Îslamî bi otombêlek bombebarkirî û topên hawan êriş birin ser bi Tabora 101 a ser bi artêşa Misrê ve ye li bajarê Erîş.

Ji aliyê xwe ve rêxistina Ensar Beyt El-Meqdis baskê DAIŞ li Misrê, li ser Îmayla xwe tiwîterê êrişên li Sînaa li dijî artêşa Misrê,  girte ser xwe.
Berdevkê bi navê artêşa Misrê Mihemed Semîr bi beyannameyekê ragihand ku, komên çekdar li bajarê Erîş bi otombêlên bombebarkirî û topên hawan êriş kirin ser hêzên astêşa Misrê û hêzên ewlekariyê û di encama êrişan de şer rûda.

Berdevkê artêşa Misrê rêxistina Îxwan El-Muslimîn bi êrişan tewanbar kir û da xuya kirin ku ev êriş di encama operesyonên bi bandor ên hêzên artêşa Misrê li nîvgirava Sînaa encam de ne û ji ber ku rêxistina Îxwan El-Muslimîn di hewldanên  xwe de yên di roja salvegera şoreşa 25 Çile de bi ser neketin, pêk hatin.

Ji aliyek din ve hate ragihandin ku bajarê Siwês di encama teqîna bombeyek çandî de efserek polîs hate kuştin.

PUKmedia / Skynews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket