Li Kobanê çi bi ser ket?... Necîbe Qeredaxî

kurdistani 12:15 PM - 2015-01-29
Necîbe Qeredaxî

Necîbe Qeredaxî

Di şerê 134 rojan ê li Kobanê ne tenê li hemberî DAIŞ’ê, yên ku bi awayekî vekirî alîkariya DAIŞ’ê kirin domiya de, jin bi ser ketin. Sebir bikin û şaş fam nekin, dema dibêjim jin mebesta min tenê jin nîn in beşên din ên civakê ne jî. Li Kobanê jin bi ser ketin, tê wataye bedewebûnê, mirovahî , edalet , azadî û demokrasî û serkeftina wekheviyê. Ya ku têk çû qirêjî, hovîtî û koletî ye.

Ya bi ser ket civaka ku berê daye xwe û pişta xwe daye desthilatdariyê ye. Ya têk çû mêtingerî û nokerî ye. Ya bi ser ket gel, dayik, zarok, kal û ciwanên berxwedanvan in. Ya têk çû siyaseta qirêj, komplo, dek, dolab û teslîmbûn e. Ya bi ser ket şehîd, mirx û bihayên pîroziyên gelan in. Ya têk çû teror, tirs u xof, kuştin û tecawiz bû.

Ya bi ser ket jiyan ya têk çû mirina bi awayê rezîl û stûxwarî bû. Yên digotin Kobanê dikeve, ew ketin û yên her roj bi qehremaniyên xwe û bi xwîna xwe digotin Kobanê neketiye û nakeve, bi ser ketin. Arîn Mîrkan, Suphî Nejat Agirnasli- Paramaz Kizilbaş, Îmad Ehmed Mihêdîn (Gîvara) û Sarya û Kader Ortakaya û rêhevalên wan bûn, yên têk çûn jî Ebûbekir Bexdadî û efendiyên wî bûn. Yên bi serketin şervanên YPG’ê Suphî Nejat Agirnasli-Paramaz Kizilbaş û Îmad Ehmed Mihyedîn-Gîvara û Sarya-Kader Ortakaya,bûn. Yên li Kobanê 134 roj derbas kirin fêrî me kirin ku ger mirin hebe dive tije jiyan be, ger jiyan jî hebe divê tije azadî û wekhevî be.

Lehengên kobanê me di 4 mehan de fêr kirin ger şer were kirin divê berê lûleya tifingên me li dijminên mirovahiyê bin, da ku jiyan tije hêvî û îradeya azad be. Kobanê bû îlham ji cîhanê re bi yek dengî rakir ser piyan. Erdogan jî neçar kir ku ji ber serhildana gel berê xwe bide ber deriyê Girtîgeha îmraliyê. Kobanê kurdan fêr kir ka çawa kenê xwe bi sînoran bikin û çavên oldarên ku bi nirxên wan tê listin vekir. Ya bi ser ket têkoşîna enternasyonal û navenda wê Kobanê bû. Ya ku têk biçe hemû navendên DAIŞ’ê yên mîna maşeyeke li dijî şoreşa Rojava hatin bikaranîn in. Kurdên azad bi Kobanê xwe pênase û îfade kirin. Me li Kobanê çi dît û çi nedît me dît ku zarok naxwazin Kobanê bihêlin dixwazin li ber xwe biden li kobanê xelîlê ku nizanibû temenê wî çend e dibêjê Kobanê welatê me ye em jê dernakevin. Xelîl bi ser ket. Li Kobanê Apê Nemir bi ser ket, ji ber ku cîhan, Kobanê ji çavên Apê Nemir fêr bû ku berxwedana li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê temen nas nake.

Arîn Mîrkan me fêr kir ka jiyan çawa ji mirinê tên afirandin wekî ku şairê mezin ê fars Semedê Bêhrengî dibêjê; “Mirov ne girîng e çiqasî bijî ya girîng ew e ku piştî mirina xwe çi dihêlê.” Yên ku piştî şehîdbûna bi sedan keç û xortên kurd û azadîxwazan ma; rastiyên ku berê dîrokê zivirand ser heqîqeta bi hezaran salan bû. Ew heqîqeta ku ser hatiye nixumandin. Kobanêya ku bi hemû kevir, dar û xaniyên xwe hilweşiyaye bi ser ket! Îro li Kobanê li Rojhilata Navîn, gelên kurd, ermenî û asûrî di serî de jin bi ser ketin. Yên ku bawer dikin Rojhilata Navîn nikare ronesansê pêk bîne û çaxên nû biafirîne têk çûn. Ya bi ser ket û wê hîn jî bi ser bikeve paradîgmya modernîteya demokratîk û pergala mirovên azad û jîngehdostî ye.

PUKmedia/Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket