Xweşnivîsê Kurd dibe yekemê cîhanê

kurdistani 09:31 AM - 2015-01-29
Xweşnivîsê Kurd dibe yekemê cîhanê

Xweşnivîsê Kurd dibe yekemê cîhanê

Sendîkeya hunermendan duh roja çarşemê 28/1/2015 bi bona bidestxistina pileya yekem di festîvala Tirncano ya navdewletî a ji bo hunera xweşnivîsiyê li welatê Malîzyayê merasîmek rêzgirtinê ji hunermend Elî Hesen Zeman saz kir.

Di merasîmê de her yek li cîgirê serpereştiyarê rêveberiya raperîn Serwer Reuf û serokê şaredariya Ranya  û birêveberê rewşenbîrî ya Ranya û hejmarek li berpirsên hikûmî û hizbî yên navçeyê amadebûn.

Piştre jî xelata rêzgirtinê ya nûsîngeha ranya ya sendîkeya hunermendên Kurdistanê û hejmarek ji amadevanan ji hunermend Elî Hesen Zeman re hate pexşîn.

Hêjayî gotinê ye ku salane festîvala (Tirncano0 a navdewletî ji bo hunera xweşnivîsê li welatê Malîzya tê saz kirin û çendîn welat têde beşar dikin ji bo sala 2014`an jî Elî Hesen Zeman ku xelkê bajarê Ranya ya başûrê Kurdistanê ye karî pileya yekem bi dest bixîne.

PUKmedia/Mistefa Arî- Ranya

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket