Kosret Resûl: We Kobanê kir afsaneya berxwedanê

kurdistani 04:18 PM - 2015-01-28
cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî

cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî

Bi bona rizgarkirina bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanê û paqijkirina wê ji terorîstan, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl peyamek pîrobahiyê arestey hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û YPJ`e, şoreûger û azadîxwazan li seranserî cîhanê kir, eve deqa peyamê:

Cemawerên Kurdistanê!

Şer û lehengên pêşmerg, YPG`ê û YPJ`e!

Şoreşger û azadîxwazên cîhanê!

Bi vê serkeftina dîrokî ya bê hempa û pîroz a ku bi berxwedan, bergirî û giyianfedayiya we, hilmat û êrişên we yên weku pilingan ji rizgarkirina Kobanê we diyar kir ku gelê Kurd çawa bi hezaran salan ji jiyan û hebûna xwe biparêze çawa lihember dagirkeran û kevnepestan rawestiya, we diyar kir ku hun nûnerê gelekî ne ti carî serî û çokên xwe li hember dujimnan daneyî ne, we çespand ku hun lawên gelekî ne ku rêz li azadiyê digre û ji xaka xwe hez dike.

We di vê şerî de bi tenê nûnertiya xwe ne dikir, we nûnertiya hemû civaka navdewletî û xweşdeviyên jiyanê jî dikir.

Di demekê de ku çaxê qehremaniyên efsanewî neman, we Kobanê kir bi efsaneyeke nû ya berxwedanê, we serî li ber artêşên reşetarî, hişên boş û keveneperest ên xwîn û namûsa Kurd helal kirin daneyî na, lê we ji wan re got: Vir Kurdistana Azad e û mafên jiyanê û jinê lê parastî ne.

Cemawerên xweragir ên Kurdistanê !

Di vê pîrozbahiyê de, ya bi bona vê serkeftina mezin, em nikarin rola azadîxwazên cîhanê û civaka navdewletî, seroketiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nedîtî ve bibînin, ên bi biyareke Kurdewarî wêrek sînorên di navbera Kurdistanê de çêkirî derbas kirin û hêzên pêşmerge gihandin Kobanê û bi wê pêngavê giyana netewî û hezkirina welat bê hêztir kirin, xaka Kurd li kur be dê keç û xortê Kurd ên canfîda li wir bin.

Careke din serkeftina we ya mezin pîroz dikim, helmetên we lehengtir bin, armancên we ji bo serxwebûn û azadiya hemû Kurdistanê rontir bin.

Bijî Kurd..Bijî welat

Bijî Pêşmerge û hemû şervanên azadiyê

Silav li giyana şehîdên pakrawan

Kosret Resûl Elî

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket