Ala Talebanî: Rojên rizgarkirina Kobanê bi helwest û wate dagirtî ne

kurdistani 06:13 PM - 2015-01-27
Rojên rizgarkirina Kobanê bi helwest û wateyan dagirtî ne

Rojên rizgarkirina Kobanê bi helwest û wateyan dagirtî ne

Bi helkefta rizgarkirina bajarê Kobanê seroka firakayona kesk di encumena nûneran a Êraqê de Ala Talebanî peyamek arestey gelê Kurd û bi teybet hêzên pêşmerge kir, Talebanî da xuya kirin ku rojên 24-25-26 ji meha Çile ya îsal bi gelek wate û helwest dagirtî ne.

Talebanî di peyama xwe de wiha pê de çû; Dema me nûçeyên rizgarkirina Kobanê ber guhên me ketin, hastên me yên bi Kurdewariya me şanazin em ku beşekin ji xaka Kurdistanê ya pîrzo bi hêztir bûn.

Talebanî gelê Kobanê ya xweragir û berxwedêr pîroz kir û hezar silav li hêzên Pêşmerge, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ên qehreman kirin.

Ala Talebanî di peyama xwe de ji hêzên Pêşmerge û YPG`ê re got: We careke din diyar kir ku dujmin xwe li ber berxwedan û qehremaniya we nagre.. Silav li giyana pak a şehîdên Kobanê. Her wiha da xuya kirin ku ew hêvîdare di demeke lez de birîndarên Pêşmerge û YPG`ê tendirustiya bi dest bixînin û rabine ser xwe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket