Li Qahîreyê Navenda Lêkolîna Kurdî hat vekirin

kurdistani 11:47 AM - 2015-01-27
.

.

Li Qahîreyê paytexta Misrê, Navenda Misrî ya Lêkolîna Kurdî hat vekirin.

Navenda Misrî ya lêkolîna Kurdî li Qahîreyê hat vekirin tako ji bo bihêzkirina peywendiyên çandî,ramanî,zanistî di navbera Herêma Kurdistan û Komara Misr a Efrebî de, bibe bi pirek.

Her weha di wê merasîmê de, berpirsê buroya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Yasîn û serleşkerê berê Lîwa Ebid Mo`în Hesen, dihgel berêz serokê Navenda Xwendina Kurdî li Qahîrayê Ebulfeteh û derhênerê sînamayî Mujdî Şaban û bêjerê berê Salih Ebu Ala û hunermenda Kurd Dilniya Qeredaxî û balyozê berê yê Misrê li Hewlêrê Silêman Osman û ragihasndvanê Êraqî Selah Nesrawî digel hejmareke rojnamevan û raghandvanên Êraqî û Misrî û hinek ji malbatên Misrî û Êraqî.

Di wê barê de, berpirsê buroya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Yasîn pîrozbahî li rêvebir û endamên stafa Navenda Misrî ya Lêkolîna Kurdî kir û serkeftin û serfirazî di kar û xebata wan de xwest û tekez kir ku ev Navend wê pireke ramanî, çandî bide avakirin û wê ew kesên xwezyarên naskirin û hevkarîkirina li ser doza Kurdî bike ber bi xwe ve rabikişînin bi taybet ewên ji birayên me yên Misrî û li Herêma Kurdistanê û Sûriye û Êran û Tirkiye û bi taybetî rojnamevan û ragihandvan û xwendekar  yên ku di zanîngehên Misrê de xwendine.

PUKmedia-Îbrahîm Mihemed Şerîf

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket