Derbasiyê: 12 hezar şagirt perwerdeya zimanê Kurdî dibînin

kurdistani 06:27 PM - 2015-01-26
.

.

Navenda şehîd Malik a Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya bajarê Dirbêsiyê çavdêriya perwerdekirina 12 hezar şagirtan dike. Navendê ji destpêka avakirina xwe ve heta niha 3 hezar bawarnameyên zimanê Kurdî belav kirine û rêjeya jinan di navendê de ji sedî 78 e.

Navenda şehîd Malik a zimanê Kurdî ya girêdayî Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) ya bajarê Dirbêsiyê  bi armanca fêrkirina welatiyên bajêr bi zimanê Kurdî, di cotmeha 2011’an di mala welatiyê bi navê Xalit Beşar de hatiye ava kirin.

Mamosteyê zimanê Kurdî û endamê navenda şehîd Malik Aldar Faris diyar kir ku dema vekirina navendê û destpêka perwerdeya zimanê Kurdî de wan gelek astengî dîtine.

Faris destnîşan kir ku navend ji 5 komîteyan pêk tê û her komîteyek ji 3 heta 7 endaman pêk tê. Komîteyên navenê ev in: “ Komîteya erşîfê xebata karê erşîfa navendê dike. Komîteya Ezmûnan  çavdêriya li ser ezmûnên şagirtan û pirsên ezmûnan dike. Komîteya Perwerdeyê çavdêriya çawaniya dayîna waneyan di dibistanan û dewreyên ku di navendê de têne vekirin dike.Di navendê de komîteya aborî û komîteya çavdêriyê jî heye.”

Endama navenda şehîd Malik Sozdar Mihemed da zanîn ku wan li ser daxwaza hemwelatiyên gundan û bi armanca berferehkirina karê navendê  gelek şaxên navendê li gundên Sîker, Şewnih, Zerkan vekirin.

Li gorî Mihemed dibêje: “ navenda şehîd Malik ji 250 mamosteyan pêk tê û ew çavdêriya li ser 120 dibistanên navenda bajêr û gundên derdora bajêr dikin. Hejmara şagirtên ku perwerdeya zimanê kurdî di dibistanan de dibînin , 12 hezar şagirt in. Navendê heta niha ji 3 hezar şagirtî re perwerdeya asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi dawî kiriye. Kesên ku perwerdeya asta 3 yemîn bi dawî bikin, dikarin perwerdeya zimanê Kurdî di dibistanan de bidin.”

Mihemed got ku navend dewreyên perwerdê  ji endamên saziyên Civaka Sivîl ên bajêr re jî vedike.

Mamosteya ziman a bi navê Ronahî Mele Reşîd balkişand ser rola girîng a jinan û anî ziman ku ji destpêka avakirina navendê de jinan bi awayekî aktîv cihê xwe di navendê de girtin.

Mele Reşîd daxuyakirin ku welatiyên bajêr ên ji pêkhateyên Ereb û Siryan jî tevlî perwerdeya zimanê Kurdî dibin û hinekan ji wan bawarnameyên asta yekmîn wergirtin.

Endamên navenda şehîd Malik diyar kirin ku ji bo vekirina peymangeheke zimanê kurdî ew di nava hewldanên aktîf kirina rola komîteyên zimanê Kurdî yên komînên gund û taxan de ne. Her wiha destnîşan kirin ku ew bi riya komînan jî zimanê Kurdî li hemû malan belav bikin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket