Li Stenbolê zimanê Kurdî tê xwendin

kurdistani 06:04 PM - 2015-01-25
Li Stenbolê zimanê Kurdî tê xwendin

Li Stenbolê zimanê Kurdî tê xwendin

Li Stenbolê hejmara xwendekarên ku dersa hilbijartî ya kurmancî hilbijartine 108 in ji wan 68 xwendekar li Dibistana Navîn a Cengîz Topel ya Sancaktepeyê perwerdeyê dibînin. Hat ragihandin ku ji bilî kurdan zarokên tirk jî dersa kurmancî ya hilbijarte hilbijartine.

Midûrê Dibistana Navîn a Cengîz Topelê ya Sancaktepeyê Abdulhamît Tama ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku li gor par îsal hejmara xwendekarên ku dersa kurmancî hilbijartine zêde bûye.

Abdulhamît Tama der barê malbatên ku zarokên wan ev ders hilbijartine de wiha axivî: "Herî zêde zarokên ku malbatên wan ji bakûrê Kurdistanê ne dersa kurmancî hildibijêrin. Ji herêmên din kêm in. Xwendekarên me yên ku malbatên wan dixwazin bila bi hev re têkîliyê daynin jî beşdarî dersan dibin."

Mamosteyê dersa kurmancî Cengîz Selçuk jî daxuyand ku: "Zimanê min ê dayikê kurmancî ye û ez ji wan hînê kurmancî bûm. Min perwerdeyeke akademîk hilneda, lê bi tena serê xwe min xwe pêş ve bir. Di dibistanan de fêrbûna kurmancî tiştekî gelek baş e. Em li vir wek asta destpêkê kurmancî hînî zarokan dikin.

Selçuk got ku xwendekarên wan ên ku ji pola 5, 6 û 7an yên ku dersa kurmancî hilbijartine heye û bi giştî 68 kes in û wiha dewam kir: "Piştî ku zarok kurmancî hîn dibin bi hevalên xwe re kurmancî diaxivin. Bi dapirên xwe û kalikên xwe re jî kurmancî diaxivin."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket