Kî Mam Rîşe(Peyayê Hesinî ) nas na ke..?!

kurdistani 01:54 PM - 2015-01-24
Kî Mam Rîşe(Peyayê Hesinî ) nas na ke..?!

Kî Mam Rîşe(Peyayê Hesinî ) nas na ke..?!

Di serdema rêjîma dîktetor yê B`esî erebî şovînî de, di demekê ku gelê kurd nikarî serî li ber dîtetoriyeta Sedaqm Husên rake, gelê Ereb û rêjîm jî pê re nikarîn temaşeyî ser rû û dîmenê lehengê Kurd Mam Rîşe bikin.

Mam Rîşe qehremanekî ji bo doza gelê xwe tekoşîn kir û heya dilopa xwîna xwe ya dawî liber xwe de û serê xwe li ber rêjîma xwînvexwer û erebên şovanîst dînena.

Mame Rîşe yekek ji kesayetiyên herî bilîmetî gelê kurd yê Başûrê Kurdistanê bû ku bi şev û roj li dijî dîktetoriyeta erebê şovînî dicengiya û ew kesayetiya şoreşger nimûneya têgeha serfirazî û serbilindî ji her kesekî Kurd re bû.

Weku tê gotin li ser lehengtiya Mame Rîşe ku ji ber mezintî û canpolatiya wî, xelkên Ereb û peyayên rêjîma dîkteor ji wî re digotin peyayê Hesinî, ji ber ku kok netitisê û ne jî hesab ji wan re dikir û herdem li Kerkûk û derdora wê digeriya û ajan û sîxurên rêjîma dîktetor jinav dibir û her kesî li dijî vîna azad ya gelê Kurd buye, ew dixist proseya dadgehkirinê.

Her weha weku kesekî ku pir nêzîkî têgeh Mame Rîşe bû, ji min re karekî pîrozî wî şoreşgerê mezin hewelda ku rojeke rêjîmê pir xwest gelê kurd û bi taybetî dost û alîgirên Mame Rîşe nîgeran bike û moral û wureyê wan têk bibe. Lê Mam Rîşe jî ew yek baş naskiribû, wî jî li hemberî pîlana rêjîmê, proseyeke baştir amade kir û di rojekê de ku berpirsê ewlekariya Kerkûkê diçe xweringehekê û xwerinê li wir dixwe, Mame Rîşe di bicîkirina wê proseya şoreşgerî ya xwe li dijî wî berpirsî desdt pê kir.
Piroseya Mame Rîşe ew bû ku gelek rêça berpirsê ewlekariya Kerkûkê dipiya ku hemû rojekî wî berpirsî li ber çavên xelkê kurd digot êdî temenê Recul El-Hedîdî pir kêm bûye û wê di demeke nêzîk de an li zîndanê be, an jî li goristanê be.

Di roja ku ew berpirs kete xweringehê û xwerina xwe têr xwe re,  rabû ku wê perê xwerina xwe bide xwediyê xweringehê, hejmarkarê xweringehê jê re dibêje ku perê te hatiye dayîn.

Yekser ew berpirs maliq dimîne û ji pasevanên xwe dipirse kê perê min daye, ew dibêjin em nizanin, her ji hejmêryarê xweringehê dipirse gelo kê min pere daye.? Ew kes dibêje nizanim û ez wî kok nasnakim, lê ji min re got eger kes li min pirsî ji wan re bibêje Peyayê Hesinî ew pere daye.

Di wê demê de, ew berpirs mirûz û dîmenê xwe têk diçe û gelek ji xelkên Kerkûkê wê demê amadebûne û ew çîrok bi gihê xwe bîstin û êdî ji bo wî berpirsî şermeke mezin bû ku wî li ber çavên xelkê Kerkûkê digot Mame Rîşe wê di demeke nêzîk de, an li zîndan be an jî li goristan be, lê dema ku di yek xweringehê de, bi hev re xwerin xwerine û perê wî jî daye û pê nizaniye ku Mame Rîşe di wê xweringehê de ye û perê wî jî daye.

Ev yek ji çîrokê lehengtî û mêrxwesiya kesayetiya Mame Rîşe ye wek pêmergeyekî dilsoz û xwemxwerê doza xwe di nav rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, tekoşîna xwe dikir û bi bê hember ku ewqas ji bo parastina doza gelê xwe hişyar û xwedî dilekî bihêz û merd bûye.

Hezar dilovaniya Xwedê li canpakiya te be ey Mame Rîşe ey peyayê Hesinî yê nimir û dilsosê doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistan.

Hozan Efrînî

PUKmedia

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket