Qazî Mihemed wek îro komara Kurdistanê ragihand

kurdistani 01:09 PM - 2015-01-22
Qazî Mihemed wek îro komara Kurdistanê ragihand

Qazî Mihemed wek îro komara Kurdistanê ragihand

Roja 22/ 01/ 1946`an li qada Çiwarçira di şahiya ragehandina komara demokratîk a Kurdistanê de li bajarê Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemed li hemberî zêdetir ji 20 hezar Kurdan û hinek lîder û giregirên Kurd bi şehamet û tewazi´ek tejî evîn sekinî û wiha axivî:

“ Kurdistan xwedî cihekî istratejî û e´rdnigarîya taybet e ku gelê Kurd hertim û bi bê wê hindê ku netewe û milletekî din di navbera wan de mesafê çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hevre têde dijîn û tê de xwedî malkiyeta xwe ya millî ne. Serbihûrî(biserhat) û dîroka wan ya derbasbûyî yeke û bi giştî têde hevparin. (Kurd) xwedî a´dab û a´det û nerîtîyên netewî yên wisane ku bi ti rengan sedemên cur bi cur û ti bûyerekê nekarîye sistiyekê di nava bingeh û binaxê millîyeta wan de peyda bike.

Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paşa û desthilatdar û rêkxistên xwe yên millî bûne. Hema di Kurdistana azad ya niha de(1) malbata emîrên Mûkirî ku destpêkerê wan Emîr Seyfeddîn bûye, heya 1020´ê hetavî(Şemsî) (1641ê zayînî) bi awayekî serbixwe yek li pey yê din: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Şêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paşa heya digehe Qûbadxan bi desthilat û hêza xwe ve (bi awayekî serbixwe) hukimdarî kirine.

Milletê reşîd û xwedî xîretê Kurd di hemû dewir û çaxekê de herkesê ku xeyala desthilatdariya nîştimana wan kiribe, dijayetî û berengarî wan bûne û li hemberî wan dijayetî(berberakanî) kirine û ji kirina ti fîdakariyekê jî kêmasî nekirine. Piştî ji destçûyîna seltenet û desthilatdariyê jî, ji bo bi destxistina serxwebûn û azadiyê bi milyonan qûrbanî fîda kirine, ji bo ku hertim di halê xebat û berxwedanê da bûn, ti cure zehmetî û azarek nemaye ku di jiyanê de nekişînin û nebînin. Bi viya re jî hêmû bextreşî, kurewerî, kuştin û talan ji aliyê neyaran ve tehemûl kirine û qet ji bo bi destxistina armanc û xweziyên xwe newestiyane û di riya bi destxistina azadîyê da nesekinîne(bêhina xwe nedane), bi dilekî hind bi hêz û îradeyek wisa mezin xebat û têkuşan kirine ku heya niha hêzek wiha peyda nebûye ku bikarîbe bi hevre(têkda) wan bixeniqîne. Mîrê Kor kuştine, Babanîyan serî hildane, Babanî bêdeng kirine Erdelanî hestane, ew li e´rdî dane, Bitlîsî rabûne û hezarên din yên mîna wan.

Heta di van dawiyan de piştî şerê cîhanê yê berê ku dîktatoriya Îran û Tirkiyê hatine ser kar û ziman û a´det û mezheb û taybetmendiyên Kurdan yên netewî bi carekê lawaz û hejar û bêqîmet kirin, ji kirina ti wehşiyet û hovtiyekê nesekinîn, xwîndin û nivîsîna zimanê Kurdî jî yasax û li berkirina cil û kincan (kincên Kurdî) jî qedexe bû.

Nedihiştin em xwediyên qencî û di ti mafên mirovanetiyê de pişkidar û xwedî par bîn. Riya hînbûna zanist û teknolojiyê ji me qût kiribûn, her rojê bi hecet(hêncet - behane) û herdemê bi teşqeleyekê kom bi kom û desete-deste Kurdên hejar û bextreş heps û surgûn dikirin û ew dikuştin û ji beyin dibirin. Destkeft û hatina vî milletê pêrîşan û bêçare ji xwe re dibirin û ew jî birçî û tî(têhnî) û tazî dihiştin.

Heya ku di Şehrîwera sala 1320an(Augusta 1941an) de firîşta azadîyê desthilatdariya dîktatorî û faşîstiya Rizaxan herifand(têkşikand). Serê Kurdan ji hemû zext û nerihetîyan, hinekî azad bû û di cih de hiss kir ku çawa divê ji derfetê mifayê bistîne û riya rastî û bi destxistina azadiya vî milletî çiye û yê çi bike?

Zilam û mirovên bi bîr û xwedî hiş û bi şeref ku pir ji mêjda bû xwîna dilê xwe vedixwarin û ji bo zelîliya vî milletî dûkel û bêhna şewatê ji hundurî wan derdiket, gelek zû dan xuyakirin ku dema kar û xebatê ye û divê ji vê derfetê feyde bê standin û ev dem bi temamî ew roje ya ku yên beriya me jî pir çav li riya wê bûn. Bi yekcarî û zû, bêwestan û rawestan, dest bi kar û xebatê kirin û (Hîzbî Dîmokratî Kurdistan)ê pêkanîn û bi destekî peyt(mukim) mijûlî kar û barê xwe yê millî bûn û bi çavekî hûr û bi dîqet pêwîstî û pêdvîyên Kurdan dan xuyakirin û cî bi cî kirin.

Beriya hemû tiştekî dubendî û nakukîyên êlî û e´şayêrî ku bi dek û hîle û fitneyên kedxwar û dîktatoran ji bo mêtin(kedxwarî) û xwarina maf û çemandin(tewandin)a vî milletî wek ew bixwe dibêjin:” Tefreqê biyendaz w hukumet kûn_ Dubendiyê bavêje û ji xwe re desthilatdariyê bike”, xistibûn nava me û heya radeyekê ev agir belav û berfireh bibû ku birayên ji dayik û bavekê ji hev qetandin ku yekitî û hevgirtina wan jî, ji navê rakirin.....


“Me heya niha çend xwîndingehên keçan û kuran(xurtan) vekirine, xwîndingeha şevane me damezrand û pirtûk bi zimanê Kurdî hatin wergêrandin... Xurt û keç û zilamên mezin di xwîndingehên şevane û rojane da bi zimanê Kurdî dixwînin û li cihê wê hindê ku şeş-heft salan mijûlî xwîndin û hînbûna zimanê Farsî bibin, di mehek-du mehan de dibine xwînde(xwîndewar) û hemû tiştekî dixwînin û dinivîsin.

Ji bo nasandina liyaqeta millî û derxistina jiyana çandî, kulturî û edebîya Kurdan û ji bo gehandina hewara xwe bi guhê cihana mirovanetî û e´daletê, pêwîstiya me bi tiştên weşan û belavkirinê hebû. Weşanxaneyek gelek baş hat çêkirin û di bajarê me(Mihabadê) bixwe de bi zimanê me û bi weşanxana me bixwe kovar û rojname derdikevin û bîr û ra û daxwazên me di cîhanê de belav diken.

Destkeft û berhemên me ku pareke zêde û bi qîmet bû bi hîle(dek) ji destê me derdixistin û destê kedxwariyê barajek li pêşberî me û bazara cîhanê dirust kirbû. Me riya çareseriyê peydakir û ticaret û aboriya Kurdistanê pir baş hat teimîn kirin.

Di çaxê dîktatoriyê de ku hemû cure maliyat ji me distandin, bi kêmî û zêdeyî ne aletên saxlemî û dermankirinê, ne doxtor, derman û ne jî nexweşxane ji me re sazkirin. Em bixwe nexweşxanek pir baş di pêşerojek nêzîk de vedikeyin û saxlemiya hevwelatiyên me teimîn dibe.

Me hêzek millî pêkanîye ku bi cesaretek temam amedeye ji nîştimana me re parêzvaniyê bike.

Xuyaye ku serkeftina me seraser di hemen riya demokrasiyê de û di netîceya çalakiyên Hîzbî Dîmokratî Kurdistan û bi piştgîriya cîhana demokratîk e, ji bona wê jî em dibêjîn: Bijî pêkhênerên Dîmokratê.

Gelê Kurd bi hezaran sede(baraj) û astengîyên dijwar di rê de hebûn, kom û îdareyên dîktatoriyê bêrawestan li hemberî kar û xebata me hertim karşikênî dikirin û ji kirina ti namerdiyekê nedisekinîn. Duberekîyên di navbera êl û e´şîretan de di hundur de jî ji mere pirsgirêkên mezin bûn. Lê hîç yek ji vane nekarîn beriya me bigirin û me bi dilekî bihêz li berxwe da û me çalakî û xebatên xwe berdewam kirin heya ku serxwebûn û azadiya netewa Kurd me bi dest xist.

Xuyaye ku hinek bermayîyên van xeter û tehlukan çi di hundur de û çi li derve hêjî mane, gelê Kurd bi mere li dijî wan yê xebata xwe berdewam bike û bi piştigîriya Xwedê yê serfiraz û pîroz bibe.

Îro ji nunerên hemû herêm û navçên Kurdistanê bi bê li ber çavgirtina cudahîyên çînî(sinifî) çi ji axa û reiyet, mezin û biçûk tev bi hevre civiyane û yekdil û yekziman hawara demokrasîyê diken û di rêya Demokratê de dimeşin û hêza Demukratê didin xuyakirin”.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket