Dîroka Efrînê ya kevnar a Zerdeştiyan ne

kurdistani 03:43 PM - 2015-01-21
Dîroka Efrînê ya kevnar a Zerdeştiyan ne

Dîroka Efrînê ya kevnar a Zerdeştiyan ne

Li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ye Efrînê bajarekî kevin ku tê gotin ji salên hezar û 600 beriya zayînê ji aliyê kurdên zerdeştî ve hatiye avakirin, heye. Di bermahiyên hatine dîtin de cihê veşartina miriyan, 3 qube û depoyên avê hîn diyar in. Li ser hin keviran wêneyê tawis hatiye kolandin.

Gundê Kîmarê ku derdora  20 kîlometerî başûr/rojhilat bajarê Efrînê dikeve li ser çiyayê Lêlûnê yê herêma Efrînê hatiye avakirin. Di gundê Kîmarê de bermahiyên kevin ku bi keviran hatine çêkirin hene. Ji van bermahiyan diyar dibe ku bajarekî kevin ji beriya zayînê di herêmê de hebû. Şûna qser, mal, avahiyên mezin û goristanê heta niha diyar in. Ji sekna kevirên avahiyan a li ser hev û qubeyên hatine çêkirin diyar dibe ku avahiyên bajar bi awayekî pir zanyarî hatiye avakirin û endizyarên pirspro di wê demê de li ser karê avakirinê sekinîne. Li aliyê din depoyên avê yên bin erdê pir mezin in û di gelek cihan de heman depo hatine çêkirin.  Di navbera avahî û avahiyê de kolan û hewişên mezin hene.

Gund cihê bajarekî kevnar e

Li gorî rewşa heyî ya gund û xebatên têde hatine meşandin, diyar dibe ku di herêma gund de bajarekî mezin hebû. Tê gotin ku bajar ji Kela Semanê ya bi nav û deng ku 20 Km başûrê bajarê Efrînê dikeve û niha di destê çeyan de ye destpê dike û dikşe heta gundê Kîmarê yê Efrînê.

Resmên balkêş li ser keviran hatine çaêkirin

Li ser kevirên mane resimên ku bala mirov dikşîne hatine çêkirin. Li jora qubeyekê ku maye resêmê tawis li ser kevir hatye kolan. Wekî tê zanîn tawis sembola zaredeştiya ne. Di kêleka wê de jî resmeke gilover û sembolek li ser hatiye çêkirin û resmê şêrekî heye. Gundiyan gotin ku lêkolînvanên biyanî gotine neqşa heyî sembola Mîtaniyan e.

Li aliyê din jî depoyên avê bi awayekî zanyarî hatine çêkirin. Depo di kevir de hatine kolan û di bin erdê de ser hatiye gitin, ava baranan tê de dihate komkirin û bi dewlan ji depoyan dihate derxistin. Li her hewşekê depoyek heye. Depo veşartî ne û li jor devê wê tenê vekiriye.

Çima hatibû paşguhkirin?

Di nava şûnwarên dîrokî de xanî hatine avakirin û derfetên lîkolînkirina wan şûnwaran ne hatiye dayîn. Têkildarî mijarê  gundiyê 58 salî Sidqî Xelîl Nebo ku bi xwe êzdiye û mala wî heta niha di cihê gund deye got ku beriya 20 saln şandeyek ewropî hatine gund û lêkolîn dane dane destpêkirin. Nebo, destnîşan kir ku wê demê şandeya lêkolînvan bi wan re axiviye û gelek pirs ji wan kiriye û ev tişt anî ser ziman: ”Di wê demê de ji mere gotin di vir de dîroka zardeştiyan ku vedgere sala 1666 sal BZ ye. Ji ber wê yekê wê demê hêzên rêjîmê lêkolîn dane sekinan û nema guh li cihê gund kirin. Gundiyan gelek kevir û tiştên di vir de birin û di avakirina xaniyan de bikar anîn. Di nava gund de kevirekî pir mezin hebû. Li ser keviran nivîs dîtin û gotin ku ev a zerdeştiyane. Min ji wan re got em êzdî ne gotin hûn neviyên kesên ev bajar avakirine.”

Li ser dîrok û koka şûnwarên di gund de Serokê Şaredariya Berê ya Kîmarê Mistefa Nebo ku yek ji êzîdiyên herêmê ye got ku di herêmê de gelek stûn, bingehê avahiyan û kevirên ku bi awayekî hostetî hatine çêkirin heye û wiha axivî: ”Dema gundî kolanê dikin jî di herêmê de kevir û bermahiyên kevin ku ji keviran hatine çêkirin derdikeve. Li ser gelek cihan sembola Mîtaniyan heye. Lêkolînvanan tekez kirin ku ev sembola Mîtaniyan e. Li vir bajarekî mezin ê wê demê hebûya. Ji ber dîroka kurdan vedibêje rêjîmê paşguh kiribû.”

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket