Kobaşî: Rufatên 23 şehîdan ji gora bikomî hatin derxistin

kurdistani 07:24 PM - 2015-01-16
Kobaşî: Rufatên 23 şehîdan ji gora bikomî hatin derxistin

Kobaşî: Rufatên 23 şehîdan ji gora bikomî hatin derxistin

Duh 15/1/2015 li navçeya Kobaşî a ser bi bajaroka Celewla tîma gorên bikom ya ser bi wezareta şehîd û enfalkiriyan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê rufatên 23 qurbaniyan ji gora bikomî de derhênan.

Serpereştiyarê gorên komî ya ser bi wezareta şehîdan Perê Nurî Ezîz ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh li navçeya Kobaşî tîma gorên bikom ya ser bi wezareta şehîd û enfalkiriyan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê rufatên 10 qurbaniyan ji gora bikomî de derhênan.

Perê Ezîz got: Îro derhênana rufatên ew gora bikom temam bûye ku bi giştî rufatên 23 qurbaniyan têde bûye û di cil û bergên wan de jî diyar bûye ku hejmarek ji wan pêşmerge bûne.

Ew jî diyar kir ku îro 16/1/2015 de li Sediyê jî gorekî bikomî ya din hatiye dîtin ku rufatên 10 kesan têde bûne û ew jî di cil û bergên wan re diyar bûne ku pêşmergeyên Herêma kurdistanê bûne û eger keş û hewa rê bide tîmên me ewê sibe jî dest bikarê derhênana rurufatên di gorên bi komî de bikin.

Ragihand jî ku heya niha kesayetiyên rufatan nehatine naskirinê lê belê di dema pêş de piştî pişkînînê kesayetiya rufatan dê bêne naskirin û emê jî raghînin.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket