Wezîrê şehîdan: Komkirina belgeyan li ser jenosîda Êzîdiyan berdewame

kurdistani 07:43 PM - 2015-01-14
Wezîrê şehîdan: Komkirina belgeyan li ser jenosîda Êzîdiyan berdewame

Wezîrê şehîdan: Komkirina belgeyan li ser jenosîda Êzîdiyan berdewame

Wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiriyan Mehmud Hacî Salih, îro 14/1/2015, pêşwazî li profîsor û şareza di biwarê jenosîd û dadgeha navdewletî de Maykil Niyotin kir.

Di hevdîtinê de Maykil Niyotin ragihand û got: Karesatên gelê Kurdistanê pirin ji enfalê bigre ta kîmyabaranê û komkujiyan, lê belê tişta ku niha rû dide qurbanîdana Kurd e jib o azadî û aştî û mirovatiyê ye. Hêzên pêşmerge rûbirûyê grupekê dibe ku metirsiye li ser mirovatiyê û hemû dunyayê. Niyotin hêvî xwest ku bi şarezayî û ew zanyariyên ku hene hevkar be bow ê dosyayê.

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê karûbarê şehîd û enfaal kiriyan ronahî xiste ser karên tîmên gorên komî û ragihand ku niha tîmên wan li sînorê Celewla û sediyê kar dikin û her îroj ew tîmên han gorekî bi komî li Kobaşî dîtine ku qurbaniyên destê terorîstên DAIŞ`ê bûne.

Her di beşek din ya hevdîtinê de Maykil Niyotin amaje bi wê yekê kir ku ew ji destpêka ruxandina rêjîmê ve wî kar li ser enfal û komkujiyên kurdan kiriye û niha jî amade ye ku hevkar bê jibo nasandina jenosîda Kurdên êzîdî û pêkhate û netew û olên dine. Her weha ewê hevkarê lijneyê be jibo komkirina belge û dîkomêntan bi şêweyekî ku li gor peywerên navdewletî bê û gerantî bêt bo karkirin li ser dadgeha tawana navdewletî ICC.

Hêjayî gotinê ye ku Maykil Niyotin, emerîkî ye û profîsore li zanîngehên wî welatî û şarezaya dibiwarê jenosîd û tawanên navdewletî û kar li ser pirsa enfalê jî kiriye.

PUKmedia/Fuad Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket