Bêhtir ji 350 hezar Penaber li Silêmasniyê ne

kurdistani 12:40 PM - 2015-01-13
Bêhtir ji 350 hezar Penaber li Silêmasniyê ne

Bêhtir ji 350 hezar Penaber li Silêmasniyê ne

Bêhtir ji 350 hezar Penaber û awereyên Kurd û ereb ç mesîhî li Silêmasniyê nîştecîh bûne.

Ji sala 2003`an ve û heya îsal bêhtir ji 350 hezar penaber û awereyên cur bi cur berê xwe dane parêzgeha Silêmaniyê û parêzgarê Silêmaniyê jî radighîne ku ewê di dema pêş de, kampeke nûh bi awayê kabînayan vekin tako ew kesên bê cîh di wê kampê de nîştecîh bibin.

Di wê barê de, qayîmeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji sala 2003`an ve û heya îsal bêhtir ji 356 hezar û 400 penaber û awere hatine parêzgeha Silêmaniyê û bêhtirî wan jî piştî buyera Mûsilê û gefên terorîstên DAIŞê xelkên wan deveran berê xwe dane Silêmaniyê û hejmara wan ya rasteqîne 267 hezar û 23 kesin.

Her di wê barê de, parêzgarê Silêmanî Dr. Aso Ferîdon ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew penaber û awereyên ku hatine Silêmaniyê, li kampa Erebet û kampên din hatine nîşticîh kirin û pêdewîstiyên wan jî ji wan re hatine peydakirin.

Her weha di berdewamkirina axiftina xwse ya taybet ji pukmedia`yê re parêzgarê nûh ya silêmaniyê got: Bi alîkariya rêxrawyên navnetewî û xêrxwaz emê di demên pêş de, li Erbet û Çemçemalê hinek kampên nûh vekirin tako ew penaber û awereyên ku nûh hatine Silêmaniyê di wan kampan de nîştecîh bibin ku şêwaza wan wek kabîneyan e.
.

PUKmedia-Sefîn Ehmed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket