‘Mafê ENKS’ê tune ye me ji lêvegerê derbixe’

kurdistani 11:11 AM - 2014-12-30
 ‘Mafê ENKS’ê tune ye me ji lêvegerê derbixe’

‘Mafê ENKS’ê tune ye me ji lêvegerê derbixe’

Nesredîn Îbrahîm endamê lêvegera siyasî daxuyakirin ku tu hêz nikarin partiya wan ji lêvegerê bi avêje. Ev kiryar planek qirêj e ya ku ji aliyê partiyên PDK-S, Pêşverû û Yekîtî  beriya hilbijartinê dijî me hatiye amadekirin. Hêza tu aliyan tune me ji lêvegera siyasî derbixe.

Endamê lêvegera siyasî û sekreterê Partiya Demokratik kurd li Sûriyê  Nesredîn Îbrahîm li ser mijara lêpirsîna di nava ENKS’ê û avêtina partiya wan ji nava ENKS’ê bi ajansa ANHA’ê re axivî.

Endamê lêvegera siyasî û sekreterê Partiya Demokratik kurd li Sûriyê  Nesredîn Îbrahîm diyar kir ku Ew wek endam di civîna yekemîn ya bi TEV-DEM’ê re amadebûn biryar hate girtin ku sedî bistê ku ji derveyî TEV-DEM û ENKS’ê were hilbijartin ji bo endamên lêvegera siyasî temam bibin. Ev hilbijartin hate darxistin, 5 kesên ku TEV-DEM piştgirî dikir derketin, yek jî yê ku ENKS’ê piştgirî dikir derket. Ji bo hilbijartinê 3 kesên TEV-DEM û 3 kes jî ENKS’ê wek komîteya hilbijartinê hatin diyar kirin û hilbijartin rêvebirin. Nesredîn Îbrahîm axavtina xwe wiha domand: “Hilbijartin bi awayek demokratîk û adîlane ku îmzeye her 6 kesên komîteya hiljbirtinê dibinde, piştî 10 car hilbijartin ev 6 kesên lêvegeras siyasî temam bûn.”

Nesredîn Îbrahîm  destnîşan kir ku ENKS’e bi awayê bê fermî civînek bê agahayi me darxistiye û wiha got: “Piştî hilbijartinê qet îtrazê ENKS’ê nekir. Lê ENKS’e bi awayek bê fermî civînek awarte li darxistin. Min ji ENKS’ê xwest ku ev civîn di nava nûnerên ENKS’ê de were goftugukirin. Sekreterê giştî min daxwaz kir ku ser vê civînê bisekîne. Beriya vê civînê jî amadekariyek xurt di nava 10 partiyên ENKS’ê çêbû, yên ku destê wan di vê plana qirêj de heyî, di raportên xwede jî gotin nûnerên ENKS’ê yên ku deng dane TEV-DEM’ê û di hemen demê de di civîna awarte jî komiteyek hate avakirin ji bo kesên ku deng dane TEV-DEM’ê li ser were sekinandin. Komiteyek 7 kesî ku sê kesên ku di komiteya hilbijartinên de amade û 4 kes jî nûnerên lêvegera siyasî ya ENKS’ê de cih girtin.”

Nesredîn Îbrahîm anî ziman ku wan ji di civîna awarte de jî ENKS’ê xwest ku belgeyên fermî danin ser mase ku kê deng daye TEV-DEM’ê wê demê wê diyar bibe. Rexmî ku ev ne mafê kesekê ye ka kê deng daye kê jî, di tu dewletên din yên cîhanê de jî ne hatiye dîtin ku ka kê deng daye kê. Me di civîna ku ji çapemeniyê re vekirî be ji bo ku ew aliyên ku ser me di axivin, me xwest ku belgeyên xwe danin ser mase.

Nesredîn Îbrahîm ragihand biryara ku ENSK’ê derxistî biryarek sexte û derveyî qanûnê ye û wiha axivî: “Li gorî baweriya me ev dû sedemên wê hene, yek ji sedemê deshilatdarî, biryarên sexte û komîteya qanûnî, rêgezên hindirîn yên ENKS’ê ne. Komîteya qanûnî ya hatiye avakirin ji ber ku sê partiyan xwe de alî, roja ku ev biryara sexte derxistin, ev biryar ENKS’e gelek lewaz kir li beramberî milet. ENKS’ê ne demokratîke, ENKS’e xwe biçûkir li beramberî gelê kurd, ji ber ku ev partî ne hiştin ku roja yekê karê ENKS’ê aktîv bibe û Xwestin biryara Dohukê ji aliyê ENKS’ê ve were têk birin. Li gorî baweriya min ENKS’e nikare bi TEV-DEM’ê yekîtiyek çêbike û cihê xwe bi rêveberiya xweser û leşkerî de bigire.”

Îbrahîm balişand ser leyîstokên ku ser partiya wan hatiye kirin û diyar kir ku ev leyîstok beriya civînê li ser me hatibû amadekirin û her wiha ew tiştên ku dayîn ragihandina Welatnet û Rûdaw Tv û ji derveyî wan di nava gel de amadekarî hatibûn kirin. Mîna dewletên deshildardar em suçdar derxistin, lê em dikarin îspat bikin ku tu sucê di vê de tune ye. Piştî ku em ji civîna hilbijartina 6 nûnerê derketin, em agadarbûn ku kaxezên hilbjartinê ji êvarê heya serê sibê li navenda partiya Pêşverû mane. Çi leyîstok bi van kazexan hatibe kirin, wek di me daxuyaniya çapemeniyê de got Partiya Pêşverû berpirsyare ji bo rastiyê. Em ê heya dawî dewredarin li pêş hevalên xwe yên TEV-DEM, ENKS’e û nûnerên lêvegera siyasî.

Îbrahîm derengmayina ENKS’Ê jDi destpêkê de ENKS’ê gelek ma dereng, zêdetirî 70 roj ne karîn 12 nûnerên xwe destnîşan bike. Ji ber ku PDKS’e daxwaza 4 nûneran dikir, piştî wê dû nûner qebûl kirin. Em weke partiya Demokratîk li Sûriyê, partiya wifaq û partiya Wehdê, partiya ifaq ya Faysel Yusuf me diyar kir ku ENKS’e 9 partîne û yek nûner ji Kantona Cizîrê, yek ji Kantona Efrîn û yek jî Kantona Kobanê, kesên wek nûner hatin diyar kirin hemû ji cihê xwe di ENKS’ê digirtin. Me di civîna yekemîn ya lêvegerê de diyar kir ku ev 6 kesên werin hilbijartin ger endamên ENKS’ê yan jî TEV-DEM’ê bin pêwîste îstafa bikin û bi wî rengî tevlî lêvegerê bibin. Ev kesên hatin hiljbartin jî yên ku me dane pêş û cihê xwe di nava ENKS’ê de digirtin.

Îbrahîm destnîşan kir ku civîna ku ENKS’e darxistî gelek alî ne amadebûn. Di civîna ENKS’ê darxistin de em sê partî amade nebûn. Lê pêwîst dikir hemû nûnerên ENKS’ê amadebûna, lê kesek nûnerên ENKS’ê ji Şamê, Efrînê di vê civîna awarte ya ENKS’ê de amade nebûn. Heya ku yek ji komiteya hilbijartinê yê Amûdê amad nebû. ENKS’ê dibêje ev biyara avêtinê û lêpirsinê rêxistini ye. Lê li gorî me ev biryar siyasî ye, ji ber ku pêwîste belgeyên fermî danin ser mase û aliyê din de jî tu rêxistinî ji vê biryarê re nîne.

Îbrahîm bal kişand ser biryara ku ENKS’ê dayî yek sedemê wê ENKS’e bikeve destê PDKS, Pêşverû û Yekîti de, sedemê din jî ji bo astengiyê li pêşiya hevpeymana Dohukê ya dîrokî ku dibin çavdêriya Mesût Berzanî de çêbûyî. Her wiha PDK’ê û KCK’ê bi awayek xurt piştgiriya vê hevpeymanê kirin. Ev hevpeyman bû sedemê piştgiriya hemû partî û gelê kurd. Ev hevpeyman îro di demek dîrokî ku Kurdistan ji Xaneqîn heya Kobanê, fermana 74’a dijî birayên me yên Êzidî pêkanîn, rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ve tê kirin. Di vê demê ku kurd neçarî yekitîyê ne. Gelo ew kesên dibêjin ev xayinin, dengê ku hatine karanîn ma ji bo dijmin çûne? Dixwazin vê hevpeymana Dohukê mîna Hewlêr 1-2 xirabin.

Îbrahîm  anî ziman biryara durkirina me ne destê TEV-DEM’ê de ye, ne jî destê ENKS’ê de ye. Em di civînên lêvegerê de amade bûne û navê me tespît bûye ji bo vê lêvegerê. Bila hemû gelê Rojava û 30 nûnerên lêvegera siyasî kom bibin û çi biryar were girtin em amadene û qebûl dikin. Em ê weke şexs û partî disan piştgiriya hevpeymana Dohukê bikin.

Îbrahîm diyar kir ku tu hêz nikarin wan ji nav nûnertiya lêvegera siyasî derbixin û wiha got: “Li gorî ku min ji lêvegera siyasî fam kirî, tu hêz nikare endamtiya me ji lêvegera siyasî betal bike. Ancaq tiştekê îspat bikin ku em ne di berjewendiyê gelê kurd de kar û xebata xwe dikin. Lê ger endamtiya me were betal kirin jî em ê piştigiriya hevpeymana Dohukê bikin. Çi biryarên ku lêvegera siyasî derxin em ê li gel wan bin. Em di lêvegerê de bin yan ne, ev lêvegera siyasî ya gelê kurde. Em baş dizanin ku kê li pişt vê biryara lêpirsîn û avêtina partiyên me de ne. Em bang dikin ku ev kes û hêz li vegerin lêvegera siyasî ya kurdî, tu astengiyan ji bo yekîtiya gelê kurd çênekin. Ji ber ku wextê tê winda kirin zererê dide gelê kurd.”

12 nûnerên ENKS’ê yên ku lêvegera siyasî de wiha ne: Partiya Demokratî ya Kurd, PDKS, Yekîtî, Yekitîya Demokratîk, Rêkeftin, Demokratiya Nîştimanî, Wekhevî, Tevgera Çaksazî, Faysel Yusuf heya niha di nava lêvegeras siyasî de amade dibe, lê heya niha ne diyare endamê kijan partiyê ye. Elî Dawûd û Mihemed Şiwêş kesên serbixwebûn, lê agahiya me jê çêbû ku beriya demekê kin li Qamişlo bûne endamên PDKS’ê, bi planekê ev herdû bûn endam.

Îbrahîm rewşa ENKS’ê wiha vegot: “ENKS’e di destpêkê de kaosek kur debû, sedemê wê jî hinek partî dixwestin her xwest biryarên wan di destê wan de bin. ENKS’e li ser dû xalên giring hatibûn avakirin, yek ji wan hemû partiyên ENKS’e di hûqûq û wacibên xwe debin. ENKS’e ne kari biryarên xwe bike yek. Komîteya karê derve kete bin destê hinek hêzên din. Komiteyek jî ket di nava oposziyonê de kete destê 3 partiyên ku her tim dixwazin ENKS’e di destê wan debin.  Wextê ku ENKS herdû xalên giring zivirîn û hemû partî xwe berpirsê ENKS’e dîtin wê demê ENKS’e dikare rolê xwe bileyîze. Heya roja îro rapora ENKS’ê ya aborî ne hatiye nivîsandin, ENKS’e di kongra xwe ya dûwem de 16 partîbûn niha man 5 partî. Sedemê vê de hinek ENKS’ê rêvebidin.”

Îbrahîm pêşeroja ENKS’ê jî wiha şirove kir: “Em ENKS’e ne, partiya me Wehdê wê civîna xwe ya berfireh dar bixe, em di pêşerojê de gavên pêwîste dike bi hevre bi avêjin. Ger ENKS’e li ser bingehê ku hatî avakirin lê bizivire û ji destê hinek partiya derbikeve, wê demê dikare bi TEV-DEM’ê re dikare yekîtiyê avabike û bibi şirîk. Ew partiyên di hindirê ENKS’ê de dibêjin em partiyên mezinin ka heya îro çi kirine? Em jî di nava ENKS ne karî karê xwe çalak bike.  Ji bo bikari cihê xwe di Rêveberiya Xweser û parastina Rojava de bigire. Îro hemê hêzên leşkerî yên kurd pêşmerge, YPG û HPG’ e parastinek pîroz ya Kurdistanê dikin li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Di demek pir kurt de êdî kurd dikarin xwe bi xwe rêvebibin, Sûriyek demokratîk avabike û projeya ku Birêz Abdullah Ocalan li Bakûrê Kurdistanê danî ber bi  azad xwe ve diçin.”

Îbrahim bang li ENKS’ê kir ku berjewendiyên partîtî û şexsî danin aliyekê û wiha got: “Yekîtiya kurd bi parêzin û ji  Qamişlo heya, Mihabat û Hewlêr û Amedê em ber bi kongreya netewî biçin. Ji bo ku kurd bibin yek deng, yek rêz li dijî dijminan.”

RIZGAR ADANMIŞ
PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket