YPJ`ê baregeha ENKSê jî ji terorîstan paqij kir

kurdistani 05:21 PM - 2014-12-22
YPJ`ê baregeha ENKSê jî ji terorîstan paqij kir

YPJ`ê baregeha ENKSê jî ji terorîstan paqij kir

YPJ`ê li bajarê Kobanê, dikarî çend navendên nûh ji çekdarên DAIŞê paqij bike ku ji wan yek, baregeha ENKSê jî ji terorîstan hat paqij kirin.

Îro li bajarê Kobanê, piştî paqijkirina gelek navend û cih û taxên girîng yên li başûr-rojhilatê bajarê Kobanê, ji bilî Navenda Çand û Hunerê ya
Baqî Xido, baregeha serekî ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê jî, ji aliyê hêzên Yekîneyên Parastina Jinê ve hat rizgar kirin.

Li gor agahî û zanyariyên ku ji Kobanê bi dest PUKmedia`yê ketine ku ev du rojin , hêzên YPG-YPJ`ê bi hevkariya hêzên pêşmerge dikarîn gelek xal û bingeh û taxên nûh û yên girîng bi dest bixin û ji hebûna çekdarên terorîstan paqij bikin.

Jêderên agahdar danzanîn ku di operesyonên ku li dijî çekdarên terorîst yên DAIŞê pêkhatine de, gelek kuştiyên DAIŞê çêbûne û ji deverên xwe reviyane û nema xwe li hemberî êrişên hêzên YPG-YPJ`ê bigrin.

Her weha yek ji jêderên agahdar ji Kobanê, ji PUKmedia`yê re ragihand ku ewberegeha serekî ya ENKSê ku ketibû destê terorîstan, îro bi tevayî hat paqij kirin, ew şûn bi taybet ji aliyê hêzên jin yên ser bi Yekîneyên Parastina Jinê ve hatiye paqij kirin.  (ENKS)ê ku heya niha jin di destura serdartiya erkên girîng di wê Encûmenê de nîne û ev yek ji mezintiya rizgarkirina wê baregehê ji destrê terorîstan ku bi destê jina Kurd hat paqijkirin.

Wê jêderê aşkire kir ku Naveneda Çand û Hunerê ya Baqî Xido jî bi tevayî ji çekdarên terorîstan hat paqijkirin û êdî hêzên YPG-YPJ`ê derdora wan taxan ji hebûna mîn û mayîn û teqîneweyan paqij dikin û di operasyonên xwe yên paqijkirina terorîstan de her berdewamin.

Jêderê dazanîn ku li gor nêrîna hêzên Kurdî û serokê akanstona Kobanê ku niha, bajarê Kobanê 85 ji % di destê hêzên YPG-YPJ`ê de ye û çekdarên terorîst yên DAIŞê êdî nikarin mîna berê liberxwe bidin û herdem çavên wan li revêne.

Jêderê aşkire kir ku di şeva borî de, di encama şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û terorîstan de, 16 terorîst hatine kuştin û termên wan ketine destê wan û 14 çekdarên terorîstên DAIŞê jî bi birîndarî ketine destê YPG-YPJ`ê.

Lê li gorî wê jêdera agahdar ku di vê dawiyê de, hinek nûçeyên cuda cuda li ser kolandina tunelên bizevî ku ji aliyê DAIŞê ve tên bicîanîn û ew wê buyerên metirsîdar peyda bike eger rast bin, ji ber wê yekê hêzên YPG-YPJê jî agahdarî wan hewlên terorîstî hene ku dibe wek teqandinên mezin di binî avahiyan de bike û li dijî hêzên kurdî û xelkê kurd yên sivîl bêne bikaranîn.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket