"Bi avakirina hêza leşkerî re Rêveberiya Xweser temam bû"

kurdistani 05:02 PM - 2014-12-22
  "Bi avakirina hêza leşkerî re Rêveberiya Xweser temam bû"

"Bi avakirina hêza leşkerî re Rêveberiya Xweser temam bû"

Li bajarê Qamişlo perwerdeya dewreya duyem a leşkerên erkê xweparastinê, bi awayek kêfxweşî bi merasîmekê bi dawî bû. Beriya niha Desteya Parastinê diyar kiribû navê leşkerên erkê xweparastinê bûye “Hêza Parastinê.”

Dewreya duyem a leşkerên xweparastinê beriya mehekê li Til Mehruf hatibû destpêkirin, li Tabûra Şehîd Edalet ya YPJ’ê bi tevlîbûna tevahî Rêveberiyên Kantona Cizîrê, malbatên leşkeran bi merasîmekê bi dawî bû. Di bin diruşmeya “Hêzên Xweparastinê Misogeriya Rêveberiya Demokratîk in” merasîm hate darxistin.

Li dû merasîma leşkerî Wezîrê Parastinê Ebdulkerîm Saruxan, Hevseroka Kantona Cizirê Hediye Yûsif, Serokwezîr Ekrem Hiso û Cigirê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin Rêveberiya Xweser hatibû avakirin, lê aliyekê wê kêm mabû û hat gotin, "Ew kêmbûn jî aliyê leşkerî bû û îro êdî hêza parastin Kantona Cizîrê jî hate avakirin."

Piştî axaftinan bi merasîmeke leşkerî navê Rojava hat nivîsandin. Dûre ji aliyê Wezîrên Rêveberiya Xweser ve ji 141 leşkerên dewre qedandin re xelat hate dayîn. Her wiha ji fermandarên dewre bi rêvebirin re xelat hat dayîn.

Dewreua perwerdeya 141 leşkerên erkê xweparastinê mehek dewam kir. Di perwerdeyê de dersên siyasî, îdeolojî û leşkerî hatin dîtin.
Piştî xelat hate dayîn, bi zimanê erebî û Kurdî sonda hate xwarin ku parastina hemû pêkhatiyên li Kantona Cizîrê were kirin.
Koma Botan a çand û huner stranên xwe yên şoreşgerî gotin, leşkeran jî govend gerandin.

Dema dilan bi dawî bû, leşker ji bo bênhdanê 3 rojan çûn malên xwe. Piştî bêhndanê wê her kes li herêm û bajarên xwe leşkeriya xwe 5 mehan bikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket