DAIŞ 3 serkirdeyên xwe gulebaran dike

kurdistani 01:00 PM - 2014-12-22
DAIŞ 3 serkirdeyên xwe gulebaran dike

DAIŞ 3 serkirdeyên xwe gulebaran dike

Jiber şikestina wan li beramber bi êrişên hêzên pêşmerge û şervanên YPG û YPJ û gerîlayan, terorîstên DAIŞ 3 serkirdeyên Siûdî yên xwe li Til ehferê gulebaran dikin.

Jêderekê li hêzên pêşmerge li dewrûberê qeza Til Ehferê ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞ bi temamî li sînorê parêzgeha Musilê şeperzebûne û bi hevbeş li gel hêzên dijî teror a Êraqê û, hêzên pêşmerge, YPG, YPJ û gerîlayên PKK karîn dewrûberê qeza Til Ehferê bixin jêr destê xwe.

Jêderê got: Terorîstan şeva borî 21/12 bi biryarekî bilez yê waliyê Musilê, 3 serkireyên diyar ên terorîstên DAIŞ ku bi regez Siûdî bûne û li navçeyên Şengalê û Til Ehferê berpirsên serbazî bûne li ber çavên terorîstên dine ew gulebaran kirine.

Wê jêderê diyar kir ku ji bilî wê jî zêdetir li 50 terorîstên din li nava bajarê Musilê bi fermaneke Ebo Bekir Bexdadî hatine zîndanî kirinê.
Jêderê hêza pêşmerge ew jî aşkira kir ku li gor zanyariyên wan li nava bajarê Musilê hejmarek zor ji terorîstên biyanî ên DAIŞ berve axa Sûriyê ve direvin û bi wê sedemê jî hêzekî taybet bi navê polîsê îslam yekser li nava bajarê Musilê de belav bûne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket