Şengal: Şer û pevçûn berdewame

kurdistani 11:51 AM - 2014-12-22
Şengal: Şer û pevçûn berdewame

Şengal: Şer û pevçûn berdewame

Şer û pevçûnên kolan bi kolan di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Kurdî ên dine li dijî terorîstên DAIŞ li nava Şengalê berdewame û jiber êrişên berdewam ên pêşmerge û bombardumanên balafirênn şer ziyanên mezin gihştiye DAIŞ.

Jêderekê pêbawer li navçeyê ji PUKmedia`yê re ragihand: Niha piraniya tax û cihên Şengalê di destê hêzên pêşmerge û hêzên din ên beşdarî rizgarkirina Şengalê bûne de ne, lê belê heya niha şer û pevçûnên di kolan bi kolan li dijî terorîstên DAIŞ`ê berdewame.

Wê jêderê got: Di encama bombardumana balafirên şer û êrişên hêzên rizgarkirina Şengalê, derbeyên dijwar li terorîstan ketine.

Libarê rewşa çiyayê Şengalê jî wê jêderê diyar kiriye ku niha rewşa penaberan gelekî başe û hevkarî û alîkarî gihêştine destêwan û beşek ji penaberan jî hatine komelgehên nêzîkî çiyayê Şengalê û beşek dine hatine xwar çiyayî jiber ku rêyên hatina xwarê hatine vekirinê.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket