Erdogan behsa kantonên rojava dike

kurdistani 11:40 AM - 2014-12-22
Erdogan behsa kantonên rojava dike

Erdogan behsa kantonên rojava dike

Serokomarê Tirkiyê  Recep Tayîp Erdogan bal kişand ser her 3 kantonên rojavayê Kurdistanê û teqez kir ku dibe ku di rojên pêşde her sê kanton bibin yek û eve jî jibo Tirkiyê xetere û tehdîde.

Recep Tayîp Erdogan di Civîna Giştî ya DEÎKê ya li Stenbolê axivî û got: "Wan kesên ku digotin 'Kobanê Kobanê Kobanê' ji hewayê cebilxane şandin. Ew cebilxane çû kuderê?, hinek ketin destê DAIŞê hinek jî ketin destê PYDê. Herdu jî wek hevdu ne. Herdu jî ji hevdu xirabtir in. Di navbera wan da cudahî tune."

Erdogan weha pêde çû û got: "Niha qasî 3 hezarî şervan hene. Ev li dijî DAIŞ`ê şer dikin. Temam, çima bi Helebê ra eleqedar nabin. Ya girîng niha Heleb e. Girîngiya sitratejîk a Kobanêyê tune. Ji bo hin kesan heye. "

Erdogan got: "Ez niha difikirim. Ji hevalên xwe ra jî dibêjim; dibe ku ji bo bakurê Sûriyeyê pîlaneke teze amade kirin? Yanê eyaletê ava dikin? Dibe ku hersê kantona bi heve bikin û tiştekî din bikin. Ev ji bo welatê min xetereye û tehdîd e. Ez nikarim li hemberî vê bêdeng bisekinim."

Li dawiya axaftina xwe de Erdogan got: "Li Helebê milyonek û 200 hezar kes hene. Têkiliya me ya bi wan ra ji ya bi Kobanêyê kêmtir nîne. Li wê derê dîrok heye, aborî heye, çand heye, medeniyet heye. Çima li Helebê xwedî dernakavin. Em hemû rastiyan dibînin û wiha dikevin tevgeran."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket