West Ays digel Rêxistina ARCO hevkariya zarokên penaber dikin
kurdistani 08:24 PM - 2014-12-21West Ays digel Rêxistina ARCO hevkariya zarokên penaber dikin
Rêxistina Hevkariya Zarokên Penaber, piştî ragihandina xwe bi riya kongireyeke ragihandinî, dest bi çalakiyên xwe kir.
Rêxistina Hevkariya Zarokên penaberan ew zarokên li dibistana Kobanê li taxa Xebatê, hejmareke ji wan anîn bo nexweşxaneya çavan ku bi navê Wêst Ey tê naskirin tako bi awayekî bê pere çareserî û dermankirina wan bike.
Her ji bo wê mijarê, îro roja yekşemê 21-12-2014`an, rêxistina Hevkariya Zarokên Penaber li Herêma Kurdistan li bajarê Silêmaniyê, di hola nexweşxaneya Wêst Ey nde, kongireyeke rojnamegerî lidarxist.
Her weha di wê kongiryê de, bi amadebû-na nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso û serokêl Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberan Hozan Efrînî û hejmarek ji kesayetiyên rewşenbîr û çalakvanên sivîl û kenalên ragihandinê, seroka Rêxistrina Hevkariya Zarokên Penaber Xanima Kurd Dilşa Yusif ji rayê giştî yên amadeyî û derve re ji kenalên ragihandinê re ragihand ku rêxistina wan ARCO dest bi yekemîn çalakiya xwe ya jib o hevkariya zarokên penaber kirin û wê di wê bare de, berdewam bibin û ne tenê di bare dermankirin û çareserkirina çavan de wê hevkarbin, lê di gelek warên din yên tenduristiyê de, wê bi zarokan re havkariyê bikin.
Her weha di wê bare de, Dilşa Yusif ji PUKmedia`yê re ragihand ku 400 xwendekarên dibistana Kobanê hene û li gor lêpirsîna me li ser rewşa wan, me bi girîng dizanî ku pişkinîna çavên zarokan pêwîste û her xwendekarek pêwîstî bi pişkinîna çavan hebe, wê ji wî re bê kirin û bi awayekî guncaw.
Ji aliyê xweve, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso jî ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew wek nûnertiya Xweseriya Demokratî û hem nûnertiya PYD`ê piştîvanî li van pêngavan dikin ku hevkariya zarokên penaber bên kirin, lê hêvî xwest ku ev kar berferehtir bibe û di hemû warekî de, hevkarî bê kirin.
Hiso dazanîn ku dermankirin û çareserkirina nexweşan pir karekî pîroz û girîng e, lê dibe ku tenê di warî nexweşî çavan de nemîne, lê belê di her renge nexweşî de, rê û dermankirin û çareserî bête dîtin wê baş bibe.
Lê di derbarê erkên Xweseriya Demokratîk û rêvebertiya PYD`ê li Herêma Kurdistanê ji bo piştîvaniya li rêxistinên sivîl yê xizmetbexiş ji penaberên Rojavayê Kurdistanê re, Xerîb Hiso aşkire kir ku ew amade ne ji bo hevkariya pêngavên di vê warî de ûbiawayekî çalak û ew pêngavên xizmetkirina gelê me yê penaber bi gaveke baş û serkeftî dibîne û ew amadeyiya xwe ji her renge erkekî re nîşan da.
PUKmedia-Sefîn Ehmed-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19