Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Holandayê rewş şirove kirin

kurdistani 07:27 PM - 2014-12-21
.

.

Kongireya rojnamevanî yê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Holandayê Bîrit Kondirês birêv e çû.

Îro roja yekşemê, 212-2014`an, li bajarê Hewlêrê digel wezîrê derve yê Holandayê Bîrit Kondirês, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kongireyeke rojnamegerî lidar xistist.

Her weha di wê kongireyê de, li ser rewşa Herêm û navçe û rewşa heyî ya ewlehiyê û bi taybet li Êraqê û ew serkeftinên bê wêne ku ji aliyê hêzên pêşmergê Kurdistanê ve tên tomarkirin hate şirove kirin.

Di destpêka kongiorê de, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serî de, li ser serkeftinên dîrokî yên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê wek nimûne anî ser ziman û destxweşî û spasî li wan kir û got: Şengal jib o Kurdan gelek girîng e û wê ew cihên ku jê mane bi destên terorîstan de, wê bêne paqijkirin.

Nêçîrvan Barzanî aşkire kir ku ew serkeftinên ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li dijî terorîstan tomar dikin, ne tenê jib o Kurdistanê, lê belê jib o tevahiya Êraqê mdestkefteke mezin û pîroz e.

Wezîrê derve yê Holandî Bîrit Kondirês jî gotara xwe pêşkêş kir û wiha got: Me li vir di civîna xwe ya bi serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser karê hevbeş kir di Êraqê de û beşdarbûna Holandayê di perwerdekirina hêzên pêşmergê Kurdistanê de û pêşxistina aliyên aborî û darayî di navbera herdu aliyan de bi awayekî giştî hatiye şirove kirin û jihevdu naskirin.

Wezîrê derve yê Holandayê dazanîn ku ew dibînin çawa hêzên pêşmerge bi mêrxwesî û wêrekî serkeftinan tomar dikin û balafirên welatê Holandayê yên F16 jî cih û bingehên terorîstan bombebaran dikin tako ew ji binî ve nemînin û bi binkevin û ew pêşketina li Herêma Kurdistanê bi werbêjkirin digel 10 salên borî de, gelek matmayî ma û dilgeşiya xwe nîşan da.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket