Şandeya Efrînê hevdîtinên me erênî derbas bûn’

kurdistani 07:20 PM - 2014-12-21
Şandeya Efrînê hevdîtinên me erênî derbas bûn’

Şandeya Efrînê hevdîtinên me erênî derbas bûn’

Şandeya Efrînê ya ku serdana Turkiyê û hin dewletên Ewropa kiribûn îro di civînekî çapemeniyê de encamên 50 rojan ji hevdîtinan eşkere kir. Şandeyê diyar kir ku wan ji sedî 70’ê ji armancên xwe pêk anîne.

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê ku serdana Tirkiyeyê û Ewropa dikir, vegeriya îro di civîneke çapemeniyê de encamên hevdîtinên xwe bi gelek aliyên siyasî û civakî yên derve re eşkere kir.

Di civînê de gelek dezgehên çapemeniyê yên amade bûn. Civîn bi axaftina Seroka Meclîsa Rêveber a Herêma Xweser a Efrînê Hêvî Mustefa ku yek ji endamên şandeyê bû, dest pê kir. Hêvî di axaftina xwe de got ku armanca wan ji vê civînê ew e ku encamên hevdîtinên xwe bi raya giştî re parve bikin û got ku hevdîtinên wan ji sedî 70’ê armanc girtine.

Her wiha civîn bi pirsên rojnamevanan û bersîvên endamên şandeyê “Hêvî Mustefa, Serokê Desteya Karên Derve Sulêman Cafer û Cîgira wî Cîhan Muhemed û Serokê Desteya Aborî Dr. Ehmed Yûsif” dewam kir.

Hêvî di civînê de diyar kir ku serdana wan a Tirkiyeyê û Ewropa li ser daxwaza wan pêk hat û wiha got: “Em ji aliyên fermî û saziyên civaka sivîl ên dewletên me serdana wan kirine, bi awayekî fermî hatin vexwedin. Em li gorî bernameya vexwedinan tevgeriyan.”

Hêvî di berdewama axaftina xwe de got ku hevdîtinên wan baş û erênî derbas bûne. Hêvî destnîşan kir ku hemû aliyên ku hevdîtin bi wan re kirine soza vekirina korîdorekî di navbera herêma Efrînê û dewleta Tirkiyeyê de dane û dê alîkariyên curbecur di vî korîdorî re bişînin.



Endamên şandeyê diyar kirin ku bi giştî serdana wan erênî bû û van dewletan bi dilgermî pêşwaziya wan kirine û wiha gotin: “Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  û sîstema aboriya civakî ku li Rojava tê meşandin, bala tevahî cîhanê kişandiye.”

Hêjayî gotinê ye, îro ajansa ANHA'yê derbarê heman mijarê de hevdîtinek bi Seroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Hêvî Mustefa re pêk anîbû û tê de bi berirehî mijar ji ajansa me re vegotibûز

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket