Şengal: Pêşmerge û YPG`ê di pêşveçnê de ne

kurdistani 05:07 PM - 2014-12-21
Şengal: Pêşmerge di pêşverûtiyê de berdewame

Şengal: Pêşmerge di pêşverûtiyê de berdewame

Jêdereke agahdar ji pêşmerge li Şengalê, ragihand ku Pêşmerge di pêşverûtiyê de berdewame.

Li gorî wê jêdera agahdar ji rewşa operasyonên rizgarkirina Şengalê, da zanîn ku hêzên pêşmergê Kurdistan, bi awayekî çalak, di operasyonên rizgarkirinê de berdwamin.

Hêzên Pêşmergê Kurdistanê hewilî dide ku navçeya Şengalê bi tevayî bike jêr destêm xwe û ji terorîstan paqij bike û her wehia çend taxên nûh jî ji bajêr hatine paqijkirin û rizgarkirin ji çekdarên terorîst yên ser bi rêxistina DAIŞê.

Jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku hêzên pêşmergê Kurdistan bi hevrêzî ligel Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina Şengalê, pêşkeftinên xwe di operasyonên rizgarkirinê de berdewam dikin û wê bi tevayî dest bidin ser bajarê Şengalê û ziyaneke mezin gihandine rêxistina terorîst ya DAIŞê û piştî ku riya herî sereke ku ji Tileferê alîkarî ji wan re dihat hat birîn û rewşa wan aloztir bû ye.

Wê jêderê aşkire kir ku di berdewambûna serkeftinên hêzên kurdî de, pevçûnên dijwar di navbera wan û terorîstan de berdewame û firokeyên hevpeymaniya navnetewî jî bi giranî bombebarana cih û bingehên terorîstan dikin û pevçûn li ber Ambarên genim jî berdewam e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket