YPG`ê Ala xwe li ser qeymeqamtiya Şengalê hilda

kurdistani 01:38 PM - 2014-12-21
YPG`ê Ala xwe li ser qeymeqamtiya Şengalê hilda

YPG`ê Ala xwe li ser qeymeqamtiya Şengalê hilda

Kêmekê beriyia niha Hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê Ala xwe li ser Qeymeqamtiya  qeza Şengalê hildan.

Çavkaniyeke teybet ji av qeza Şengalê ku ne xwest navê xwe eşkere bike ji PUKmedia yê re ragihand ku: Hêzên yekîneyên Parastina Gel YPG`ê ji rojavayê Şengalê ve ketine nav qeza Şengalê û li nav qeza Şengalê çend tax bidestxistine û kontirol kirine.

Çavkaniyê got; Hêzên YPG`ê piştî çend taxên qeza Şengalê rizgarkirin ku yek jê qeymeqamtiya qeza Şengalê ye Ala xwe bi ser avahiya qeymeqamtiyê û çend avahiyên din hildane.

Çavkaniyê pê de çû û got: Her heya vê kêlê şer û pevçûn li başûrê qeza Şengalê di navbera hêzên rizgarkirina Şengalê û terorsîtan de berdewame.

PUKmedia / Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket