Holanda 100 rahêner dişîne herêma Kurdistanê

kurdistani 12:36 PM - 2014-12-21
Holanda 100 rahêner dişîne herêma Kurdistanê

Holanda 100 rahêner dişîne herêma Kurdistanê

Piştî gihêştina wezîrê derve yê Holanda Robert Kongrîs li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  civiya û piştre jî kongireyekî rojnamevaniyê lidar xistin.

Di destpêkê de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got. Beşdarbûna Holanda di şerê dijî DAIŞ û hevkarîkirina pêşmerge heya salekê gelekî başe û piştî temambûna wê demê jî emê li ser dirêjkirina wê demê biaxivin.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de sipasiya ew welat û aliyên ku beşdarî di şerê li dijî DAIŞ`ê kirine kir.

Wezîrê derve yê Holandayê jî Robert Kongrîs ji aliyê xwe ve ragihand: Em gelek kêfxweş bûn ku Kurd bi hemahengî û morale bilind kariye rûbirûyê terorîstên DAIŞ bibe. Ez pîrozbahiyê li hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikim ku karîne di şerê li dijî terorîstan de biser bikevin.

Robert Kongrîs got. Em dixwazin hevkariya pêşmerge bikin û her weha em dixwazin di ware bazirganî û çandiniyê de jî hevkariya herêmê bikin.

Wezîrê derve yê Holanda ew yek jî aşkira kir ku welatê wî 100 rahêneran bo perwerdekirina pêşmergan dişîne herêma Kurdistanê.
Biryare di çarçoveya serdana xwe de wezîrê derve yê Holandayê li gel wezîrê pêşmerge kom bibe.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket