DAIŞ 100 çekdarên xwe yên biyanî gulebaran kirin

kurdistani 12:23 PM - 2014-12-21
DAIŞ 100 çekdarên xwe yên biyanî gulebaran kirin

DAIŞ 100 çekdarên xwe yên biyanî gulebaran kirin

Rojnameya "Financial Times" roja şemiyê da xuya kirin ku rêxistina terorê DAIŞ li bajarê Reqa ya Sûriyê, 100 çekdarên biyanî ku ji welatên cuda beşdarî rêxistinê bûne dema hewldidan ji nav refên rêxistinê birevin kuştin.

Rojnameyê li ser zarê çalakvanekî ku ligel ku dijberên rêjîma Sûrî û di heman demê de diojberê DAIŞ`e, da xuyakirin ku DAIŞ 100 çekdarên biyanî hewldan ji bajarê Reqa bi cih bihêline û ji şer birevine kuştin. 

Her wiha hate ragihandin ku rêxistina terorê DAIŞ ji bo rê liber reva çekdarên xwe yên biyanî bigre û çav dêr bike polîsa leşkerî li bajarê Reqa ya Sûriyê dirust kiriye û bi ser malên çendîn çekdarên biyanî de gitrine û hejmarek ji çekdaran binçavkirine.

Li gorî raportan gelek terorîstên biyanî yên tevlî refên rêxistina terorê DAIŞ bûne ji ber rastiya şerê li Sûrihyê matmayî mane û gelek dixwazin vegerin welatên xwe lê ji ber tirsa girtinê û darzandinê newêrin vegirene.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket