Siwêd: 2 otombêlên bombekirî teqiyan

kurdistani 11:50 AM - 2014-12-21
Siwêd: 2 otombêlên bombekirî teqiyan

Siwêd: 2 otombêlên bombekirî teqiyan

Polîsê Siwêdê radighînin ku şeva borî 20/12/2014 2 otombêlên bombekirî li bajarê Malmo li welatê Siwêdê teqiyan.

Berdevka polîsê Siwêdê Lînda Bilîm ragihandiye ku, şeva borî 2 otombêlên bombebarkirî li navçeyekê ku piraniya akinciyên wê Êraqî û kosovî û Bosneyî û Libnanî ne hatine teqandinê.

Bilîm got: Otombêla yekem l nêzîkî avahiyeke nîştecîbûna welatiyan û ya duyem jî li cihê keraceka otombêlan di heman demê de hatine teqandinê û ji ber wê jî pêwendiyan herdu teqînan bi hevre hebûye.

Ji aliê xwe ve jî serokê dazgeha ewlekariyê, Anderş Kasman got: lêkolîn berdewamin û di çend demjimêrên bê de ewê zanyariyên zêdetir bikevin destê me û encamderên ew kiryara terorîstî ewê bêne girtin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket