Sekreterê berê yê NATO; Divê Sûriyê li ser hîma etnîkî û olî bête parvekirin

kurdistani 07:29 PM - 2014-12-20
Sekreterê berê yê NATO; Divê Sûriyê li ser hîma etnîkî û olî bête parvekirin

Sekreterê berê yê NATO; Divê Sûriyê li ser hîma etnîkî û olî bête parvekirin

Sekreterê giştî yê berê ya NATO Endirs Rasmosên ê bi xwe ji Denîmarkayê ye li bajarê Dîlokê ya Bakûrê Kurdistanê (Antabê ) di semînerekê de derbarê aştiya li Rojhilata navîn û şêweyên çareserkirina kêşyan li navçeyê got: Divê çareseriya li Belqanan hate encam dan li Sûriyê jî bê pêk anîn û  Sûriyê li gorî komên etnîk û olî bête parvekirin. Evî jî bi dûrketina Esed ji desthilatdariyê dê bête kirin, her çendê kêşe û pirsgirêkên olî û etnîkî li Sûriyê ji Balqanan kûrtirin lê eve nimûna çareseriya guncew.

Rasmosên cexit li ser wê yekê kir ku divê civaka navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê weku pirsa Bosna tevger bike û çareseriya li Bosna pêk hat weku nimûne pêşniyar kir.

Rasmosên tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste ne bi tenê li Sûriyê yan deverên pevçûn lê lidarin, lê li seranserî Rojhilata navîn çaksazî bête kirin û civakên azad û dadwer bêne avakirin.

Rasmosên bi nimûna Bosna balê dikşîne ser bi rêkeftina ku li bajarê Dayton a Emerîka di Mijdara 1995`an  de ji bo bi dawî kirina şerê navxweyî 1992-1995 li Bosna yê hate mor kirin û di encamê de Bosan hate perçe kirin û bi Federaliya Bosna-Hersêk û Komara Sirb a Bosna hate binav kirin. 

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket