Polîtburoya YNK`ê: Serkeftina li Şengalê berve serkeftina stratejîk gava yekeme

kurdistani 03:26 PM - 2014-12-20
Polîtburoya YNK`ê

Polîtburoya YNK`ê

Bi bona serkeftinên rojên dawî yên hêzên pêşmegeyên Kurdistanê di çarçoveya operesyona rizgarkirina Şengalê de bi destxistine, polîtburoyaYekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi beyannameyekê ev serkeftin berz nirxandin û tekez li ser wê yekê kir ku prosa rizgarkirina Şengal û rizgarkirina dîlên girtî ewê birînên me yên kûr derman bike û tola şehîdên me û kesên rastî stemkariyê hatine li navçeyê hilde.

Eve deqa beyannameya polîtburoya YNK`ê:

Serkeftin ji operesyona rizgarkirina Şengalê re

Gelê qehreman ê Kurdistanê!

Pêşmergeyên Azadîxwaz!

Kesûkarê Şehîdên nemir!

DAIŞ û ewên li pişt bûn, piştî ji bo proja Êraqa Federal asteng bikin qeyran afrandin û kêşeyên siyasî û civakî li Êraq û navçeyê kûr kirin, bi armanca ku dest deynin ser bi navçeyê û bi teybet Îraqê û Başûrê Kurdistanê û di heman demê de Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, planên jinavbirina prosa siyasî ya demokrat federal li Îraqê danîn û birêvebirin.

Piştî li Sûriyê bi hêzên bûn, berê xwedan Êraqê û li Parêzgehên ( Nînewa, Enbar û Selahedîn) û çend deverên din serkeftinên ne çav li rêbûn bidest xistin û ev serkeftinên bidest xistine bi ser pêşketinên ku rê li ber karesata Şengalê vekirin xwedî bandor bûn.

DAIŞ`ên hov  li Şengal û li deverên Şî`a û Xiristiyanan sînorên hovîtiyê derbaskirin û bihovîtiya xwe rûyê hemû tewanbarên dîrokê spî kirin, û tewanbariyên kutewanbaran dîrokê bideh salan encam dan di sê mehan de ew hemû li pey xwe hêştin û derbaskirin.

Yekîtiya Nîştimanîya Kurdistanê ji salan ve ji ber metirsiyên hêzên selefî û komkujiyan dikin hişyar dike, bi dijwarî li deverên Helebçe şerê wan kir, her wiha dema hêzeke kujer weku DAIŞ gef li sînorên Başûrê Kurdistanê di demek zû de bal kişand li ser siyaseta DAIŞ û gefên li gel xwe tine û me tekez li ser wê yekê kir ku siyaseta beravaniyê ew be siyaseta operesyonên rizgarkirinê be û ji bo em xebat û qurbanniyan bidim me xwe neda paş.

Di encama siyaseta leşkerî ya êrişkar û bi piştevaniya  cîhanê û navçeyê, xweşbexitin ku me li Parêzgehên Diyala, Kerkûk û li devera Mexmûrê  û çend deverên Nînewa serkeftinên mezin bi dest xistin.

Di heman demê de hêzên Pêşmerge û bi serpereştiya Serokê Herêmê bi aramnca rizgarkirina Şengal û derûberên wê ji canaweran, xwe ji bo êrişeke berferh amade dikirin.

Rizgarkirina Şengalê di vê demê de berpirsiyartiyeke netewî bû bi ser milê me de, çûnêkê piştî karesatên Helebçe û Enfal dagirkirina Şengalê û ew zilma li xweşk û biryarên me yên Êzîdî hate kirin, bo wijdana gelê  me azardar bû, bi tenê rizgarkririna Şengalê û azadkirina dîlan wê birîna me ya giran û azarên me derman bikra û tola şehîdên me û ewên ku li navçeyê stem lê hatiye kirin hilda.

Cemawerên Kurdistanê yên bi rûmet!

Eve sê rojên operesyona rizgarkirina Çiyayê Şengalê gund û bajarên derûberên wê bi qehremaniya hêzên Pêşmergeyên û bi hevkariya hêzên esmanî yên hevpeymanan dest pê kiriye.

Cîhê serbilindiyê ji bo me ku hêzên Pêşmerge di êrişa rizgarkirina Şengalê de serkeftine mezin bi dest xistin û DAIŞ`ên qura têkşikadineke mezin şikandin, û ev yek dê ji bo rizgarkirina seranserî Kurdistanê destpêka serkeftina stratejîk be, bi teybet li deverên ji derveyî Herêma Kurdistanê mane.li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Nînewa. Her wiha metirsiyên bi ser parêzgeha Diyala û bi teybet qeza Xaneqîn ve beralî kirin dê xwedî bandor di lawazkirina hêza leşkerî ya DAIŞ de çi Îraqê be yan Rojavayê Kurdistanê be, di heman demê de em cexit li ser wê yekê dikin ku rizgarkirina Şengalê û deverên di çarçoveya mada 140 ji derveyî Herêma Kurdistanê ne bitenê rizgarkirina xak û gelê Kurdistanê ji destê dujminekî hov wekî DAIŞ`e, lê îspat dike ku deverên ji Herêma Kurdistanê hatine qut kirin şêweyeke organik bi sînorên başûrê Kurdistanê ve girêdayî ne û çarenûsa wan çarenûsa serkeftin û şikest bûna gelê Kurdistanê diyar dike, ji ber vê çendê dema Şengal, Celewla,Sadiyê, Silêman Beg û Maxmûr têne dagirkirin, Erebên Şofenîst wa li hikûmeta Herêmê, YNK`ê û PDK`ê tameşedikin ku qisûr kirî, lê îro em dibînin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê rûmeta rizgarkirina van deveran daye ser milê xwe û rizgar dike.

Em hêvîdarin ev rastî ji bo mada 140 bête cîbicî kirin zemîneke dîrokî di hiş û wijdana hemû aliyan de biafrîne, ji ber ku nabe careke din xak û gelê bi xwîna Pêşmerge û Şehîdên bê gunhe hatine rizgarkirin, bibin gerew û  bahaneyên ne li bar di vegera navçeyan de bi ser Kurdistana dayîk de.

Cemawerên serberz!

Pêşmergeyên mêrxas!

Bi helkefta roja pîroz a serkeftina hêzên Pêşmerge bi ser hêzên tarî de, polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê birêz serokê Herêmê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pîrzo dike û em çav li rêne ta bihusta dawî ji wan navçeyan bête rizgarkirin. Careke din bi vê helkefta dîrokî em hemû şehîdên bi rûmet ên Kurdistanê silav dikin û dilniya dikin ku ( Ey Şehîdên nemir, nav û nîşana) we dê herdem berz be û li ser kêla we bête nivîsan din hun parêzvanê Jin û Keç ên Êzîdî bûn û serweriya Pêmerge kir bi sitona qonaxeke nû ji Kurdeyetiya hevçerx. 

Silav li we be..Pêşmerge û birîdaran..Ku her birîneke we guleke sore li baxa azadî û renga sor ya Ala Kurdistanê ya lib a dibe.
Ey netewa Kurdistanê ya serberz !

Em vê serkeftinê li we hemûyan pîroz dikin û mijde didin we ku serkeftina şervanên Rojavayê Kurdistanê û Pêşmerge li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê nêze, silav li we yek bi yek ey fermande û efser û pêşmergeyên ji azadiya Kurd û Kurdistanê giyana xwe danîne ser destê xwe.

Berve pêşve berve serkeftinê

Ragihandina polîtburoya

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

19 / 12 / 2014`e

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket