Hebûn û tunebûn... Osman Baydemîr

kurdistani 11:16 AM - 2014-12-20
Osman Baydemîr

Osman Baydemîr

Pêvajoya aştiyê di merheleyeke gelekî hesas de ye. Nîqaşa çareseriyê li bakurê Kurdistan bi Rojava ve girêdayî ye. Dewleta tirk ku ji statûya Rojava re nebêje erê, ji cîrantiya rojavayê Kurdistanê razî nebe û dijminantiya xwe bi Rojava re berdewam bike di hundir de yanî li bakurê Kurdistan pêvajo wê çawa bimeşe û çareserî wê çawa pêk were? Sedema xetimandina pêvajoyê yek jê jî hebûn û tunebûna Rojava bû. AKP’ê xwest ku bi destên DAIŞ’ê Rojava bixeniqîne û fersenda azadiyê ku piştê esrekê ket destên kurdan pûç û tune bike. Ger AKP û her wiha dewleta tirk ji bo çareseriyê xwedî hişmendiyeke nû bûna berxwedana Rojava fersendeke mezin bû ji bo tifaqa kurd û tirkû çareserî ji wê bûbûya parçeyek vê tifaqê.

Mixabin ev fersend nehat bikaranîn û wisa xuya dike ku wê neyê bikaranîn. Serokomar Erdogan gelek caran anî got: ‘Kobanî çima evqas girîng e?’ Ji hêla dewleta tirk û ji hêla civaka Tirkiyeyê ve girîng e ku bê zanîn parastin û berxwedana Çanakkaleyê ji bo wan çi be, ji bo kurdan berxwedana Kobanê jî ew mane ye; yanî hebûn û tunebûna kurdan e. Girîng e bê zanîn ku di merheleya hebûn û tunebûnê de, dijminên Kobanê we nebin dostên Bakur an jî Başûr. Çeteyên DAIŞ’ê yekser êrîş birin ser Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê. Ev êrîş îlankirina dijminantiya gelê kurd bû. DAIŞ bi hovîtiya xwe rastî zinarekî hat. Ev zinar, di warê berxwedanê de di esra bîstan de hatibû pijandin û bûye pola.

Ev berxwedana gelê kurd bû. Her wiha di Rojhilata Navîn de temsîliyeta mirovahiyê dike û rûmeta mirovahiyê diparêze. AKP’ê pişta xwe bi DAIŞ’ê ve girêda û sedema sistbûn û xetimandinê pêvajoyê jî ev yek bû. Kobanî neket lê maskeya AKP’ê ket û durûtiya AKP’ê derket holê. Siyaseta AKP’ê û dijminatiya DAIŞ’ê fersenda tifaqê da kurdan. Parastina Mexmûr, Şengal, Kobanê û Kerkûkê ku ji hêla hêzên hevpar ên kurdan ve tên parastin di dîroka kurdan de yekem e û dê bi tîpên zêrîn werin nivîsandin. Fersenda duyemîn, di warê dîplomasiyê de li qada cîhanê piştî sed salan deriyê dîplomasiyê li kurdan vebû. Berxwedana hevpar di qada cîhanê de her çiqas sempatî û fersend dabe destê hîzbên kurdan ev qas jî mesûliyet daye ser milên wan.

Hemû hîzbên kurd û kurdistanî mecbûrê tifaqê ne û hemû kurdistanî ji bo berdewamî û xurtiya tifaqê girîng e ku daxwazkar bin. Her kurdistanî divê ku ji hîzba xwe bixwaze bibe alîgirê tifaqê. Ji ber ku bêtifaqî, bingeha hemû qelsî û nexweşiyan û tunebûna kurd û Kurdistanê ye.

PUKmedia/Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket