Banka navdewletî : Buhaya şerê li Êraq û Sûriyê 32 milyar dolare

kurdistani 03:51 PM - 2014-12-19
Banka navdewletî ragihand buhaya şerê li Êraq û Sûriyê 32 milyar dolare

Banka navdewletî ragihand buhaya şerê li Êraq û Sûriyê 32 milyar dolare

Banka navdewletî bi raportekê ragihand ku buhayê şerê navxweyî li Sûriyê û bûyerên li Êraqê rûdane û bandora bi maliyet ser welatên derûber dike nêzî 32 milyar dolare.

Li gorî raportê banka navdewletî da xuya kirin ku li Sûriyê û Êraqê para welatiyan ji dahatiyan bi rêjeya ji % 23-28 hate xarê û li Lubnanê bi rêjeya ji % 11, her wiha li Tirkiyê, Urdun û Misrê bi rêjeya ji %1.5 hate xarê.

Raportê da xuya kirin ku ji ber şerê li Sûriyê hêza kar dike li Sûriyê bi rêjeyek mezin paşve çû, bi teybet ji ber hejmara mezin ji birîndar,kuştî û penaberên berê xwe dan derve,ligel rûxîne jêrxana giştî li Sûriyê û ambargoya baziganiyê bi ser Sûriyê, ev xal ligel hev bandorek mezin bi ser aboriya navçeyê de kirin û paşve xistî.

Raporê bal kişand ser bi wê yekê ku ev buhaya şer, xercirinên pêşwaziya penabaran li welarên derdorî Sûriyê naxê nav xwe û da xuya kirin ku dê di pêşerojê de buhaya ji ber qeyraên aborî encam bidin bi rêjeyeke mezin berz be.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket