Pêşmergeyên rêgehên Zummar û Çiyayê Şengalê gihîştin hev

kurdistani 07:24 PM - 2014-12-18
Pêşmergeyên rêgehên Zummar û Çiyayê Şengal gihîştin hev

Pêşmergeyên rêgehên Zummar û Çiyayê Şengal gihîştin hev

Hêzên Pêşmerge yên li rêgehên Zummar û hêzên parastina Şengalê  gihîştin hev û riyia bejahî ya di navbera Çiyayê Şengalê û Dihokê de hate vekirin.

Çavkaniyeke serbazî ji rêgeha Zummar bi teybet ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku: Îro êvara 18 / 12 / 2014`e Hêzên Pêşmerge yên li rêgehên Zummar û Hêzên Parastina Şengalê li gundê Hardan gihîştin hev û bi vê yekê riya bejahî ya di navbera Dihok û Çiyayê Şengalê de hate vekirin û ew malbatên Êzîdî yên hêja li Çiyayê Şengalê asê mane dikarên bêne xarê û berê xwe bibin deverên aram.

Heman çavkaniyê ragihand ku; Terorîstên DAIŞ qeza Tilafer jî bi cih hêştine û çeteyên DAIŞ ên Afganî û Çeçan bi 40 otombêlan bi tev malbatên xwe berê xwe dane Sûriyê û revyane.

Di heman de mê de çavkanieyeke din ji rêgeha Zummar tekez li ser wê yekê kir ku: Hêzên pêşmerge yên rêgehên Zummar û Çiyayê Şengalê gihîştin hev û got; Ji duh ve, ji dema operesyonê dest pê kirî ve û ta niha nêzî 700 k.m çar koşe ji terorîstên DAIŞ hatine paqij kirin.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket