Li Kobanê YPG`ê pêşve diçe, sê xalên nû bi dest xistin

kurdistani 05:12 PM - 2014-12-18
Li Kobanê YPG`ê pêşve diçe, sê xalên nû bi dest xistin

Li Kobanê YPG`ê pêşve diçe, sê xalên nû bi dest xistin

Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê raghand ku şervanên YPG`ê li Kobanê di encama lidarxistina hejmarek ji çalakiyên li dijî çekdarên rêxistina terorê DAIŞ, pêşve diçin, sê xalên nû kontirol kirin û 11 çete kuştin.

Navenda çepameniya YPG`ê derbarê şer û pevçûnên roja 94`an ji berxwedana Kobanê bi daxuyaniyeke nirvîskî encamên dawî ragihadin, navendê diyar kir ku hêzên YPG`ê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de li Kobanê pêşve diçin û li bajarê Kobanê serdestiya xwe di qada şer de diparêzine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şevêdin li eniya başûr hêzên YPG’ê li derdora dibistana Yermûk li dijî komên çeteyan çalakiyek pêk aniye û 3 xalên ku çeteyan dagir kiribû paşve girtine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku derbeyên giran li çeteyan hatine xistin û 11 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

Her wiha  hate gotin ku li eniya başûr-rojhilatê Kobanê jî li derdora navenda çand û hunerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de şer derketiye, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tespîtkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG`ê şeva bihurî li başûrê rojhilatê Qamişlo - bakurê Til Hemîsê li gundê Taktak di demjimêr 23.00`an de li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistiye û di encamê de ceyek hatî kuştin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket