Li Amedê kaniya Şorbê..Bi wêne

kurdistani 04:25 PM - 2014-12-18
Li Amadê kaniya Şorbê..Bi wêne

Li Amadê kaniya Şorbê..Bi wêne

Li bajarê bakûrê Kurdistanê Amedê li qada Kampûsa Zanîngeha Dîcleyê kaniya Şorbeyê hate dan û ev kanî rojê wê 170 lître ji Şorbeyê bide ku têra 1000 kesî dike.

Birêvebiriya Şaxa Alîkarî û Karên Civakî ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ye li qada Kampûsa Zanîngeha Dîcele ya Amedê kaniyeke Şorbe dide danî, ev kanî wê di rojê de 170 lître ji şorbê bide û dê 1000 kas jê têr bixwin, her wiha wê xwendarên  Zanîngeha Dîcleyê û kesên ku tên cem nexweşên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jê sûdê werbigirin.

Kaniya Şorbeyê ji aliyê Hevşaredar Gultan Kişanak ve hate vekirin. Ligel Kişanak, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Fethî Suvarî, Alîkara Sekreter Rojda Balkaş, Serokê Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli û gelek welatî beşdarî vekirina wê bûn. Şorbeya ku danê sibê zû li aşxaneya Navenda Pîşedarkirinê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî tê pahtin digıhêzine Kaniya Şorbeyê û ji wir tê belavkirin.

Vê gavê li Kaniya Şorbeyê tenê şorbeya nîskê tê belavkirin. Tê payîn ku demên pêş, şorbeya ezo gelîn, dewîn û şorbeya bacanan jî ji vê kaniyê bêne belavkiirn û li deverên cuda cuda yên bajêr Kaniyên Şorbeyê bêne danîn.

Welatî ji vê xebata Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gelekî kêfxweş in. Welatiyên ku ji vê pêhanînê xweşhal in, bo vekirina Kaniya Şorbeyê spasiya Hevşaradar Gultan Kişanak kirin. 

Hevşaredar Gultan Kişanak piştî ku vekirina Kaniya Şorbeyê pêk anî demekê bi welatiyan re sohbet kir û der barê wê de ji xebatkarên bi ser Serokatiya Daîreya Karênn Civakî agahî wergirtin.

PUKmedia / Şaredariya Bajarê Mezin a Amadê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket