Yawer: Hate YPG`ê pêwîst bibîne dê Pêşmerge li Kobanê bimînin
kurdistani 03:43 PM - 2014-12-18Hate YPG`ê pêwîst bibîne dê Pêşmerge li Kobanê bimînin
Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku hate YPG`ê pêwsît bibîne
ku Hêzên Pêûşmerge li Kobanê bimînin e dê hêzên pêşmerge li Kobanê bin.
Yawer ji ajansa Anadolê rê axivî û derbarê gotegotên ku di bêjin pêşmerge dê bi tenê sê mehan li Kobanê bimînin got: Ev yek rast nine, ji bo mayîna hêzên Pêşmergeyan li Kobanê demeke eşkerekirî tune ye. YPG û şervanên din heta ku pêwîst bibînin pêşmerge dê li Kobanê bisekinin. Lewre dema ku pêşmerge hatin şandin ji bo demê peymanek nehat çêkirin. Di hevdîtinên bi Tirkiyeyê ra da jî li ser tiştekê wiha nehat axaftin, merceke wisa tune."
Yawer diyar kir ku mercê Tirkyeyê ew bû ku bi tenê pêşmerge derbasî Kobanêyê bin û wiha pê da çû: Ev jî daxwazeke normal e. Lewre Tirkiye wek dewlet ji bo ku ewlekariya xwe pêk bîne tevdîrên xwe digrê. Dema ku ji ser dewletekê ra hêzên leşkerî bên şandin dewleta ku sînorê wê tê bikaranîn dixwaze ku ji hemû tiştan haydar be.
Yawer eşkere kir Tirkiyeyê ji wan xwestiye ku pêşmergeyan çi çek bi xwe ra birin Kobanê, bi xwe ra paşda bibin.
Yawer destnîşan kir ku di derbasbûna pêşmergeyan da Tirkiyeyê gelek alîkarî da û wiha axivî: Tirkiyeyê destûr da ku Pêşmerge ji sînorê wan ra derbasî Kobanêyê be. Amûrên em ji pêşmergeyan ra dişînin jî dîsa bi destê Tirkiyeyê digihîjin Kobanêyê. Di mijarên dermankrina birîndaran da jî alîkariyê didin. Çek û madeyên teqemeniyê Wezareta Pêşmergeyan şand. Tirkiyeyê alîkariya çek û amûran neda. Çekên ku Herêma Kurdistanê şandin di destê pêşmergeyan da ne.
PUKmedia / AA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25