Kongira Ereb a tekoşîna li dijî terorê li Hewlêrê dest pê kir

kurdistani 03:37 PM - 2014-12-18
Kongira Ereb a tekoşîna li dijî terorê li Hewlêrê dest pê kir

Kongira Ereb a tekoşîna li dijî terorê li Hewlêrê dest pê kir

Li paytexta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê îro pêncşemê kongiraya Ereb a tekoşîna li dijî terorê, bi beşdarbûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî û oldar dest pê kir.

Berdevkê bi navê Tevgera gelêrî li Êraqê Mihemed Taha Sadon bi da xuyaniyekê ji PUKmedia yê re ragihand ku kongire bi armanca rê û rêbazên jinavbirina rêxistina terorê DAIŞ û tekoşîna li dijî terorê gotebêj bike tê lidarxistin, her wiha wê di kongirê de rewşa parêzgehên di encama şerê DAIŞ de rastî ziyaneke mezin hatine û çawa jinûvû bêne avakirin bête nirxandin.

Sadon da xuya kirin ku dê hejmarek mezin ji kesayetiyên oldar û siyastmedar û nûnerên hikûmeta Ferderal di kongirê de amadebin, û ew nûçeyên ku dibêjin wê Tariq El-Haşimî di kongirê de amade bibe ji binî ve red kirin. 

Ji aliyekî din ve jêderên ragihandinê diyar kiri ku çav li rê ye nêzî 1427 kesayetiyên oldar û siyastmedar ji nûnerên Sune ji parêzgehên cuda yên Sune li Êraqê di kongirê de amade bin.

PUKmedia / Hewlêr 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket