Kobanê li Ranyayê ye

kurdistani 01:49 PM - 2014-12-18
Kobanê li Ranyayê ye

Kobanê li Ranyayê ye

Li jêr diruşma “Ew Kobanê bi şer wêran bikin, emê bi hunerê wê ava bikin” bi amadebûna berpirsên hikûmî û hizbî yên navçeyê û serpereştyarên perwerde û birêvebir û mamosteyan û xwendekarên dibîstana amadeyî (Kobanê0 li bajarê Ranya , şanoya bi navê (Firîşteyên wir) ku ji nivîsa (M.Akam Rezaq) û derhênana (Sabir Qadir) hate nimayîş kirinê.

Sebaret bi ew karê hunerî jî derhênerê şanoyê (Sabir Qadir) ji PUkmedia`yê re got: Bi beşdariya 20 xwendekaarên keç û kur li dibîstana amadeyî ya kobanê şanoya (Firîşteyên wir) hate nimayîş kirinê ku 30 xulekan dirêj bû.

Qadir got: Ew şano behsa xweşewîstiya keç û xortekî ku xelkê başûrin dike ku ji hev hez dikin lê piştî ku kur biryar dide jib o parastina Kobanê diçe şer û tevlî YPG dibê û li dijî terorîstên DAIŞ şer dike, piştî wî jî keçika hezkiriyê wî jî biryar dide li gel hezkiriyê xwe biçe kobanê û her du li wir şehîd dibin û xweşewîstiya wan di rêyek pak de bi dawî dibe. Her weha dawiya şanoyê jî bi serkeftina pêşmerge û şervanên YPG û YPJ bi sirûda Ey Reqîb nimayîş bi dawî dibe.

PUKmedia/Arî Mistefa - Ranya/ Foto: Ehmed Mam Kak

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket